Li Îtfaiyeya Amedê jin tabuyan dişikînin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya polîtîkaya wekheviya zayendî de, li qadên kar ên ku wekî "karên mêran" tên dîtin, dîtina jinan zêde dike. Şaredariyê ku berê serlêdana ajovaniya jinan di veguhastina giştî de berbelav kiribû, niha jî bi xebatkarên jin ên di bin banê Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê de, di îtfaiyevaniyê de serdemeke nû da destpêkirin.

10 jinên îtfaiyevan kar dikin

10 jinên îtfaiyevan ên ku di sala 2025’an de dest bi kar kirine; di gelek wezîfeyên dijwar de, ji şewatan heta qezayên trafîkê, ji xebatên lêgerîn û rizgarkirinê heta karesatên xwezayî, roleke çalak digirin. Jinên ku bi pergala dewriyeyê (vardiya) 24 saetan dixebitin, hem bi performansa xwe ya li qadê hem jî bi helwesta xwe ya li dijî pêşdarazên civakî balê dikşînin.

Helin Tay û Şeymanur Aydin, ên ku di Amîriya Koma Kayapinarê de dixebitin, behsa serpêhatiyên xwe kirin.

‘Jin ji her tiştî derdikevin’

Îtfaiyevan Hêlîn Tay, diyar kir ku di civakê de baweriyek heye ku hin pîşe tenê ji aliyê mêran ve tên kirin û got: "Berevajî vê têgihîştinê, jin ji binê her tiştî derdikevin. Kesên ku digotin 'nikare bike', niha bi min serbilind in." Tay anî ziman ku gava mirov li cihê bûyerê kaskê wan dibînin û pê dihesin ku ew jin in, gelekî şaş dimînin û ev yek motîvasyona wê zêde dike.

‘Min ji bo şikandina tabuyan ev pîşe hilbijart’

Şeymanur Aydin ku di zanîngehê de beşa îtfaiyevaniyê qedandiye, wiha got: “Em di civakeke baviksalar de dijîn ku jin her tim li paş tên girtin. Min ji bo şikandina van tabuyan ev pîşe hilbijart.” Aydin bal kişand ser ku îtfaiyevanî ne "karê mêran" e û got: "Em ber bi cihên ku her kes jê direve ve dibezin. Tiştekî ku jin nikaribe bi ser bixe nîn e."

Şaredariya Bajarê Mezin plan dike ku di heyama pêş de hejmara xebatkarên jin di îtfaiyeyê de hîn bêtir zêde bike.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31