Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pirsgirêkên di veguhastina giştî de ku bibûn mîna girêya kor çareseriyeke mafwer û berfireh hilberand. Bi protokola ku bi du kooperatîfên veguhastinê re hatî îmzekirin, mafê veguhastina ewle û konforî ya kêmendam, welatiyên ser 65 salî re û kesên ku mafê wan ê rêwîtiya belaş heye, hat parastin. Di vê çarçoveyê de welatiyên ku kartên belaş û daxistî bi kar tînin, dê êdî bê pirsgirêk rêwîtiya xwe bikin.
Li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê, di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Kooperatîfa Otobusên Gel ên Taybet a SS Oz Diyarbakir û Kooperatîfa SS 53yan de protokolek hat îmzekirin. Hevşaredarên me Serra Bucak û Dogan Hatun, Serokê SS Oz Diyarbakir Fesih Kaya û Serokê Kooperatîfa SS 53yan Mehmet Pervane beşdarî merasîma îmzeyê bûn.
Pergal dê ji 10ê Adarê pê ve dest pê bike
Protokola ku dê ji 10ê Adarê pê ve derbasdar be, armanc dike ku Otobusên Gel ên Taybet bikevin nav pergala şaredariyê, çalakiyên veguhastinê werin qeydkirin û hevsengiya daxwaz û pêşkêşkirinê bê parastin. Bi vê rêziknameyê, tê xwestin ku kalîteya xizmetê bilind bibe û pergala berhevkirina heqdestê bi awayekî elektronîk bê berfirehkirin.
Pergala dayîna bi kartê dê belav bibe
Di çarçoveya protokolê de, armanc ew e ku li her derê pergala siwariyê ya bi kartê bê bikaranîn. Siwariyên xwendekar, daxistî, belaş, abonman û raguhastinê dê li ser bihayê tam werin temamkirin û dayîn. Hemû ferqa bihayê ya kartên belaş û daxistî dê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bê dayîn.
Ji bo ku welatî hînî pergala kartê bibin, heta 1ê Hezîrana 2026an dê dayîna bi pereyê neqd (bi destan) berdewam bike. Piştî vê dîrokê, dayîna bi pereyê neqd dê bi temamî rabe û ji bo kesên ne li gorî quralê bin dê cezayên îdarî werin birîn. Her wiha ji bo welatî mexdûr nebin, dê xalên nû yên barkirina kartan werin avakirin û kartên du-siwarî yên yekcarî jî bikevin meriyetê.
Îstihdama jinan dê zêde bibe
Di protokolê de ji bo zêdekirina îstihdama jinan jî biryar hatin girtin. Li gorî vê, şofêrên jin ên ku ehliyeta wan a pola D heye û perwerdehiya xwe qedandine, dê karibin di otobusên gel ên taybet de bixebitin. Tê plankirin ku ji bo şofêrên jin bi qasî ji sedî 20 (20%) kota were veqetandin.
Perwerdehiya domdar û cezayên dijwar
Şofêr dê di salê de herî kêm çar caran perwerdehiya di nav xizmetê de bibînin. Kesên ku qertê wan ê şofêriyê nîn be, dê nikaribin veguhastinê bikin. Di protokolê de ji bo binpêkirina quralan cezayên giran hatine diyarkirin; heke şofêrek di salekê de sê caran heman quralê binpê bike, qerta wî ya şofêriyê dê bê betalkirin. Her wiha ji bo xwediyên wesayîtên ku rêwiyên xwedî mafê belaş siwar nakin, dê cezayên giran werin birîn.
Â
