Hevşaredar Bucak: Em xebatên jinan bi fedakariyeke mezin dimeşînin

Hevşaredar Serra Bucak di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de axivî û diyar kir ku ew 8’ê Adarê tenê wekî rojeke pîrozbahiyê nabînin; hemû xebatên ji bo jinan bi cidiyet û fedakariyeke mezin pêk tînin.

Yekemîn rûniştina civîna asayî ya meha Adarê ya Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li avahiya xizmetê ya şaredariyê hat lidarxistin. Civîn bi serokatiya Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak û bi beşdariya endamên meclîsê pêk hat.

‘8’ê Adarê ji bo me tenê ne rojeke pîrozbahiyê ye’

Hevşaredar Serra Bucak di destpêka civînê de 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Bucak destnîşan kir ku ew 8’ê Adarê tenê wekî rojeke pîrozbahî û hatina cem hev nabînin; di heman demê de wê wekî parçeyekî giring ê têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, polîtîkayên qirkirina jinan û beşdariya jinan a di warê îstihdam û jiyana giştî de dinirxînin.

‘Em xebatên xwe bi cidiyet dimeşînin’

Bucak bal kişand ser ku wekî Şaredariya Bajarê Mezin, rêveberiyên herêmî û beşên ku di vê qadê de xebatan dimeşînin, wan bi amadekariyên giring pêşwaziya 8’ê Adarê kiriye û wiha got:

"Em di nuqteyekê de ne ku hefteyan berê li tax û gundan bi civînên jinan, giringiya 8’ê Adarê û xebatên jinan vedibêjin; em dixwazin di civakê de nêrînekî wekheviya zayendî ya civakî bidin avakirin. Em van xebatên xwe jî bi cidiyet û fedakariyeke mezin dimeşînin."

Piştî axaftina Hevşaredar Bucak, rojevên civînê hatin nîqaşkirin.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Adar 2026 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
            1
2 3 4 5 6 7 8
9 10 11 12 13 14 15
16 17 18 19 20 21 22
23 24 25 26 27 28 29
30 31