Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li taxa Toplu ya Çermûgê bi jinan re civîna piştevaniyê pêk anî. Şaredariyê bi sîstema venêrîna tenduristiyê ya berfireh ku hevdem hat meşandin, hem torên piştgiriya civakî xurt kirin hem jî gihîştina welatiyan a ji bo xizmetên tenduristiyê hêsan kir.
Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan û Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê, li taxa Toplu ya ser bi navçeya Çermûgê ve venêrîna tenduristiyê pêk anîn. Di çarçoveya bernameyê de ku armanca wê zêdekirina gihîştina xizmetên tenduristiyê û agahdarkirina jinan a li ser bingehê mafan e, bi jinan re têkiliyeke rasterast hat danîn û xebateke piralî hat meşandin.
Ji bo welatiyan venêrîna tenduristiyê ya berfireh hat kirin
Di çarçoveya bernameyê de di serî de xizmeteke tenduristiyê ya berfireh pêşkêşî welatiyan hat kirin. Miayeneya doktor, pîvandina bejn û giraniyê (kîlo), pîvandina tansiyon û şekirê xwînê, tespîtkirina koma xwînê, testên hepatît û ducaniyê ligel xizmetên şêwirmendiya plankirina malbatê li cihê xwe hatin encamdan.
Di encama nirxandinên tîmên tenduristiyê de, ew welatiyên ku di rewşeke rîskdar de hatin dîtin, ji bo destpêkirina pêvajoyên pişkinîn û dermankirinê yên pêşkeftî ber bi saziyên tenduristiyê yên têkildar ve hatin rênîşandan. Bi vê yekê hat armanckirin ku tespîtkirina zû (teşhîsa pêşwext) û xizmetên tenduristiyê yên parastinê werin belavkirin.
Li ser têkoşîna li dijî şîdetê û xizmetên piştgiriyê agahî dan jinan
Piştî venêrîna tenduristiyê, tîmên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan li taxê bi jinan re hatin bal hev. Di civînê de mijarên wekî azadiya zayenda civakî, şîdeta li ser jinê û mekanîzmayên têkoşîna li dijî şîdetê bi berfirehî hatin nirxandin.
Her wiha der barê xebatên Navenda Lêkolîn û Sepandina Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) de agahî hatin dayîn û mekanîzmayên piştgiriyê û xizmetên ku jin dikarin serî lê bidin bi hûrgulî hatin veguhastin.
Jinan daxwazên xwe anîn ziman
Di civîna ku jin bi awayekî çalak beşdar bûn de, beşdaran derfet dîtin ku ezmûnên xwe parve bikin. Di bernameyê de ku hewcedarî û pirsgirêkên taxê jî hatin ziman, jinan daxwazên xwe yên wekî rê, binesazî, kanalîzasyon, konteynerên çopê û veguhastinê ragihandin.
Bername bi belavkirina kîtên hîjyenê yên ji bo jinan bi dawî bû.
Werger: Omer Dilsoz
Â
