Åžaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Turîzmê de bi çalakiyekê 260 zarok anîn pêş kevneÅŸopiya dengbêjiyê û bi vê hevdîtina ku li kolanên dîrokî yên Sûrê pêk hat, mîrateya çandî veguhast nifşên nû.Â
Åžaredariya Bajarê Mezin, hevdîtineke watedar a ku armanc dike mîrateya çandî di dilê zarokan de şîn bike, pêk anî. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ku di çarçoveya çalakiyên Hefteya Turîzmê ya 15-22’yê Nîsanê de veguhastina çandî girtibû navenda xwe, 260 xwendekarên piçûk bi çîrokên dengbêjan re gîhandin hev.Â
Di vê çalakiya ku ji bo zarok bi çand û hunerê re werin rûbirûkirin hate darxistin de, xwendekarên ku di bin banê Midûriyeta Åžaxa Zarokan de li Zarokistan û KreÅŸ û Malên Lênihêrîna Rojane perwerde dibînin, bi rêveberiya mamosteyên xwe di kolanên dîrokî yên navçeya Sûrê re meÅŸiyan û çûn Mala Dengbêjan.Â
KevneÅŸopiya dengbêjiyê hate nasandinÂ
Di çalakiyê de xwendekaran guhdariya dengbêjan kir ku ew nûnerên kevneÅŸopiya çanda devkî ya xwedî dîrokeke bi hezaran salan in. Bi rêya klamên ku dengbêjan digotin, parçeyekî giring ê çanda Kurdî ji zarokan re hate nasandin.Â
Di bernameyê de ku li Mala Dengbêjan a bi tevnê xwe yê dîrokî tê naskirin hate kirin, xwendekaran hem kêf kir hem jî li ser nirxên çandî agahî girtin.Â
Di atmosfereke dîrokî de ezmûneke nûÂ
Zarokên beÅŸdarî çalakiyê bûn, ne tenê guhdariya dengbêjan kirin, di heman demê de derfet dîtin ku avahiya dîrokî ya Amedê jî ji nêz ve bibînin. Di vê hevdîtina li şûna dîrokî de, xwendekar bi dengbêjan re bûn yek û govend gerandin. Bi vê çalakiyê, di heman demê de beÅŸdarî li hesta aîdiyeta çandî ya zarokan hate kirin.Â
Armanc bilindkirina hiÅŸmendiya çandî bûÂ
Bi vê çalakiya ku tê de armanc naskirina zarokan a bi mîrateya çandî di temenekî biçûk de ye, tê xwestin ku bi rêya van cure organîzasyonan beÅŸdarî li geÅŸedana hunerî û çandî ya zarokan bê kirin û li ser nirxên dîrokî û çandî yên bajêr hiÅŸmendiyek bê avakirin.Â
Werger: Omer Dilsoz
Â
