Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak a ku beşdarî konferansa jîngeh û avhewayê ya li Zanîngeha Dîcleyê bû, diyar kir ku krîza avhewayê di heman demê de meseleya mafê jiyanê û mafê bajêr e û got ku rêveberiyên herêmî û piştgiriya civakî di veguherîna ekolojîk de xwedî roleke krîtîk in.
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî "Konferansa Encamên Komxebatên Jîngeh, Guhertina Avhewayê û Sifir Paşmayî ya Tirkiyeyê di Pêvajoya COP31 de" bû ku li Zanîngeha Dîcleyê hat lidarxistin. Di konferansa ku Waliyê Diyabekirê Murat Zorluoglu, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Kamuran Eronat, Serokê Weqfa Sifir Paşmayî Samed Ağirbaş, vexwendî û xwendekar jî beşdar bûnê de; encamên komxebatên li ser sepanên sifir paşmayî, têkoşîna dijî guherîna avhewayê û polîtîkayên jîngehê bi daxuyaniyeke giştî re hatin parvekirin. Di çarçoveya bernameyê de endamên protokolê pêşî li qada pêşaneyê ya ku mînakên sepana sifir paşmayî tê de cih digirin geriyan. Paşê fîlmê danasînê yê Weqfa Sifir Paşmayî û fîlmê kurt ê derbarê komxebata Amedê de hatin nîşandan.
Di çalakiyê de projeyên mînak ên jîngehê yên li Amedê jî hatin naskirin. Mînakên sepana baş ên ku di çarçoveya projeya “Paşmayiyên Me Kêm Bibin, Hêviya Me Mezin Bibe”, Projeya Akademiya Sifir Paşmayî û Projeya Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin de hatine amadekirin, bi beşdaran re hatin parvekirin.
Hevşaredar Bucak: Krîza avhewayê di her qada jiyanê de tê hîskirin
Hevşaredar Serra Bucak a ku di konferansê de axivî, diyar kir ku krîza avhewayê êdî di her qada jiyanê de tê hîskirin û got ku hişkesaliya giran, zêdebûna germê, xerabbûna axê û pirsgirêkên di hilberînê de neçar dike ku têkiliya bi xwezayê re ji nû ve bibe mijara nirxandinê.
'Em vê ne tenê wekî sernavekî, wekî mafê jiyanê dibînin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser vî tiştî ku Diyabekir bajarekî wisa ye ku bi av, ax û jiyana xwe ya civakî ya bihêz heye û got: "Her hişkesalî û her windabûna avê ne tenê pirsgirêkeke jîngehê ye; rasterast bandorê li tenduristiya bajêr û kalîteya jiyanê jî dike. Em wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka guherîna avhewayê ne tenê wekî sernavekî, wekî meseleya mafê jiyanê, mafê bajêr û domdariyê dibînin."
'Di heman demê de meseleya parastina jiyana adil û wekhev e'
Hevşaredar Bucak destnîşan kir ku polîtîkayên avhewayê di heman demê de meseleya parastina jiyana adil û wekhev e û diyar kir ku pirsgirêka bingehîn ne tenê paşmayiyên ku derdikevin holê ne, rûçik û adetên hilberîn û xerçkirinê ne. Hevşaredar Bucak bal kişand ser giringiya berfirehkirina çanda ji nû ve bikaranîn, parvekirin û danûstendinê (teqesê) û wiha axivî: "Divê em ne tenê bi encaman re, bi sedeman re jî rûbirû bibin. Veguherîna hişmendî ya mayînde tenê bi xurtkirina çanda piştgirtiyê pêkan e."
'Rêveberiyên herêmî xwedî roleke krîtîk in'
Hevşaredar Bucak anî ziman ku divê komxebat tenê bi tespîtan sînordar nemînin û diyar kir ku giring e ev agahî û ezmûnên derketine holê bibin hevkariyên şonkî û gavên ku dikarin werin sepandin. Bucak da zanîn ku li cihê ku tevlêbûna welatiyan lê tune be, potansiyela veguherîna jîngehê bi temamî dernakeve holê û diyar kir ku rêveberiyên herêmî di vê pêvajoyê de roleke krîtîk digirin ser xwe.
'Krîza avhewayê herî bêtir li herêmê tê hîskirin'
Hevşaredar Bucak bal kişand ser vî tiştî ku pêvajoya COP31 ji bo Tirkiyeyê fersendeke giring e û destnîşan kir ku bandorên krîza avhewayê herî bêtir li herêmê (di cih de) tên hîskirin. Bucak wiha got: “Di taxê de tê hîskirin, di zeviyê de tê hîskirin, di qada giştî de tê hîskirin. Ji ber vê yekê aliyê herî bihêz ê çareseriyê divê li herêmê were avakirin. Ji ber vê çendê divê dengê zanyarî, ezmûn û hewcedariya herêmê bêtir û bi hêz were bihîstin. Em wekî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyabekirê, hay ji berpirsyariya xwe ya herêmî hene.”
‘Xebata hevpar û hevrêz giring e’
Hevşaredar Bucak behsa giringiya xebata hevpar û hevrêz a bi şaredariyên navçeyan re jî kir û hêvî xwest ku ev konferans bibe zemînekî bihêz ji bo hevkariyên nû û gavên şonkî yên li Amedê. Bucak spasiya hemû saziyên ku keda wan di konferansê de heye kir.
Belgeya spasiyê dan mînakên sepana baş
Piştî axaftinan, ji ber ku di desteya amadekar de cih girtibû ji Cîgira Sekreterê Giştî yê DBByê Zerîn Turk re û her wisa li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyabekirê ji ber tevkariyên ku li mînakên sepana baş a Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê kiriye, ji Seroka Daîreya Avhewa û Sifir Paşmayî Evîn Dînar re belgeya spasiyê hat dayîn.
Piştî konferansê, Hevşaredar Bucak li stendên ku xebatên xwendekarên dibistanên seretayî û amadeyî yên ji hilberên paqijî û paşmayî amade kiribûn geriya û agahî girtin.
Werger: Omer Dilsoz
