Ji 13 hezar û 472 malbatan re piştgiriya neqdî hat kirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku beriya Cejna Qurbanê, xebatên xwe yên piştgiriya diravî û bijkî (bi tiştan) ji bo malbatên hewcedar didomîne, bi pêragihandina 36 mîlyon û 855 hezar TL alîkariya diravî ji bo 12 hezar û 285 malbatan dabîn kir û li 1187 malbatan jî pakêtên xwarinê belav kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gorî hişmendiya şaredariya civakî, xebatên xwe yên piştgiriya ji bo welatiyên ku rastî zehmetiyên aborî tên beriya cejnê zêdetir kirin. Di çarçoveya xebatên ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de tên meşandin, bi mebesta dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên malbatên hewcedar ên li bajêr û ji bo ku cejnê di şert û mercên ewletir de derbas bikin, alîkariyên diravî û bijkî hatin kirin.

Beriya cejnê ji bo 12 hezar û 285 malbatan piştgiriya neqdî

Di çarçoveya xebatê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê meşandin, beriya Cejna Qurbanê 3 hezar TL li ser hesabên 12 hezar û 285 malbatên ku Karta Piştgiriya Civakî (SODES) di destê wan de heye hat razandin. Bi daborîna dawî re ku di çarçoveya diravdanên piştgiriya diravî ya birêkûpêk de ku Şaredariya Bajarê Mezin salê 4 caran, her 3 mehan carê dike, mîqdara giştî ya alîkariyê gihîşt 36 mîlyon û 855 hezar TL'yî.

Li 1187 malbatan pakêtên xwarinê hatin belavkirin

Li gel piştgiriyên diravî, ji aliyê tîmên Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve, pakêtên xwarinê gihandin 1187 malbatên ku di encama lêkolînên civakî yên berê de hatibûn tespîtkirin. Di pakêtên hatin belavkirin de xurekên bingehîn cih girtin.

Bi xebatên alîkariyê yên ku beriya cejnê hatin meşandin, xurtkirina piştgiriya civakî û piştgirîkirina welatiyên ku rastî zehmetiyên aborî tên hat armanckirin.

Xebatên piştgiriya civakî dê berdewam bikin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya polîtîkayên xizmetguzariya civakî de, dê xebatên xwe yên piştgiriya ji bo welatiyên hewcedar di dirêjahiya salê de bidomîne.

Werger: Omer Dilsoz

 

Image Gallery