Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hevşaredar Bucak, xelatên Festîvala Bricê danê

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, xelatên werzişvanên ku di Festîvala Bricê de derece girtin spartin wan.

Festîvala Bricê ya 2an ku bi hevkariya Federasyona Bricê ya Tirkiyeyê û Rêveberiya Ciwanî û Werzişê ya Bajar a Amedê hat lidarxistin, bi dawî bû. Festîvala ku di navbera 23-25ê Cotmehê de li Salona Werzişê ya Seyrantepeyê pêk hat, bi merasîmekê xelat dan hezkiriyên werzişê yên ku di festîvalê de derece girtin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û endamên meclisê tevlî festîvalê bûn ku Şaredariya Bajarê Mezin jî piştgiriya teknîkî da wê.

Hevşaredar Bucak xelat spartin werzişvanên jin

Hevşaredar Bucak di merasîma xelatdayînê de xelat spartin jinên werzişvan ên ku derece girtin, kêfxweşiya xwe ya ji ber hebûna di festîvalê de anî ziman û wiha got:

"Atmosfereke pir xweş û taybet heye. Mêvanên me yên ku ji derveyî bajêr hatine jî tevlî me bûn. Ez bi taybetî jinên werzişvan ên ku bûn yekem pîroz dikim; wan reng, xweşikahî, hiş û ked dan vê derê. Ez hêvî dikim ku li bajarê me jî mêr êdî rê li ber jinan vekin û em ji vir xelatan bidin jinên werzişvan ên xwealî. Ez spasiya hemû kesên ku bi hatina xwe ya bajêr me serbilind kirine dikim û hemû werzişvanên ku xelat girtine pîroz dikim."

Herwiha di bernameyê de li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin plaket dan Hevşaredar Bucakê.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan