Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Çêkirin, Sexbêrî û Çaksaziya Rêyan

Cadeya Nazim Hikmet tê asfaltkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bernameya asfaltê ya ku 6 cadeyên li navçeya Kayapinarê di nava xwe de digire, didomîne. Ekîbên ku xebatên li cadeyên Talaytepe, Leyla Qasim û Baba Tahir qedandine, li Cadeya Nazim Hikmet a ku 980 metre dirêj e, 4 hezar û 700 ton asfaltê tebeqeya xurandinê radixin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku çûnûhatina nava bajêr ewletir û rehetir bike, xebatên çêkirin, qîrkirin û sererastkirina rêyan didomîne. Serokatiya Daîreya Çêkirin, Lênêrtin û Sererastkirina Rêyan, li gorî bernameya ku li navçeya Kayapinarê hatiye diyarkirin, cadeyan nû dike.

Li Cadeya Nazim Hikmet 4 hezar û 700 ton asfalt

Cadeya Nazim Hikmet a ku ekîb li ser dixebitin, xwediyê 980 metre dirêjahî û 30 metre firehiyê ye. Li cadeyê bi giştî darêtina 4 hezar û 700 ton asfaltê tebeqeya xurandinê tê pêkanîn. Bi xebatê re tê armanckirin ku rehetiya ajotinê ya rê bê zêdekirin û çûnûhatin bibe xwediyê rewşeke ewletir.

Xebatên li sê cadeyan qediyan

Di çarçoveya bernameyê de ku li navçeya Kayapinarê tê meşandin, xebatên asfaltê yên li cadeyên Talaytepe, Leyla Qasim û Baba Tahir hatin qedandin. Piştî rêtina asfaltê ya li Cadeya Nazim Hikmet, ekîb wê li cadeyên Abdulkadir Aksu û Jiyanê dest bi xebatan bikin.

Şaredariya Bajarê Mezin armanc dike ku bi qedandina bernameyê re standarda rê ya 6 xetên girîng ên çûnûhatinê yên li navçeya Kayapinarê bilind bike.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan