Dîrok tê barkirin...
⏳Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Xizmetên Jin û Malbatan

Li ser destnîşankirina zû di pençeşêra pêsîrê de hevpeyvîn hat kirin

Di çarçoveya Meha Hişyariya Pençeşêra Pêsîrê de, di hevpeyvîna ku li ser giringiya destnîşankirina zû di pençeşêra pêsîrê de hat amadekirin de Uzman Dr. Derya Denîz Altintaşê pêşkêşiyek kir. Altintaşê diyar kir ku divê guhartinên di tevna pêsîrê de tên ferqkirin berçav bêne girtin, li hember nîşanên bişubhe bêyî derengketin serî li saziyeke tenduristiyê bê xistin û faktorên rîskê yên ferdî bêne nirxandin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Meha Hişyariya Pençeşêra Pêsîrê de, bi mebesta balşêlkirina ser giringiya destnîşankirina zû di pençeşêra pêsîrê de û ji bo belavkirina agahiyên rast bibe alîkar, bi beşdariya Uzm. Dr. Derya Denîz Altintaşê li Salona Konferansê ya Elî Emîrî bernameyeke pêşkêşî û hevpeyvînê ya bi sernavê “Giringiya Destnîşankirina Zû di Pençeşêra Pêsîrê de” pêk anî.

Di bernameyê de ku armanca wê bilindkirina hişyariya civakî ya li ser pençeşêra pêsîrê ye, giringiya destnîşankirina zû di pençeşêra pêsîrê de, hewcedariya kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk û rola rêbazên pişkinînê (pêşçavderbaskirinê) di tespîtkirina nexweşiyê ya di qonaxa destpêkê de hatin nirxandin. Uzm. Dr. Derya Denîz Altintaşê di pêşkêşiya xwe de agahiyên bingehîn ên li ser pençeşêra pêsîrê parve kirin û bal kişand ser giringiya ku destnîşankirina zû ji bo proseya dermankirinê û birêvebirina nexweşiyê hildigire.

Divê faktorên rîskê yên ferdî bêne nirxandin

Di çarçoveya bernameyê de, li ser wan alîkariyan hat rawestîn ku tespîtkirina pençeşêra pêsîrê ya di qonaxa destpêkê de dikare ji bo vebijarkên dermankirinê û serkeftina dermankirinê peyda bike. Ji bilî hişyariya di parastina tenduristiya pêsîrê de, behsa giringiya kontrolên birêkûpêk û tevgera li gorî pêşniyarên pisporên tenduristiyê hat kirin. Her wiha hat teqezkirin ku divê guhartinên di tevna pêsîrê de tên ferqkirin berçav bêne girtin, li hember nîşanên bişubh bêyî derengketin serî li saziyeke tenduristiyê bê xistin û faktorên rîskê yên ferdî bêne nirxandin.

Mamografî û pişkinîna pençeşêrê

Yek ji sernavên giring ên hevpeyvînê jî şaşiyên ku li ser mamografî û pişkinîna pençeşêra pêsîrê di civakê de rast dihatin zanîn bûn. Kêmasiyên agahiyan û baweriyên şaş ên di civakê de ku bi gelemperî derbarê mamografiyê de rastî wan dihatin hatin nirxandin, û li ser rola mamografiyê ya di tespîtkirina pençeşêra pêsîrê ya di serdemeke zû de agahdarî hat dayîn. Mijarên ku di proseyên pişkinînê de dihatin meraqkirin hatin nirxandin û li ser giringiya temen, dîroka malbatê, rabirdûya tenduristiyê ya kesane û faktorên rîskê yên ferdî yên di diyarkirina nêzîkatiya pişkinînê de hat rawestîn. Di vê çarçoveyê de hat teqezkirin ku divê biryarên li ser tenduristiya pêsîrê li gorî agahiyên zanistî û pêşniyarên xebatkarên tenduristiyê bêne girtin.

Di beşa pirs û bersivan a li dawiya bernameyê de, beşdarbûyan derfet dît ku pirsên xwe yên di derbarê destnîşankirina zû di pençeşêra pêsîrê de, pêkanînên mamografiyê, frequansa (piraniya) pişkinînê, kontrolên tenduristiyê yên birêkûpêk û mijarên din ên ku di derbarê nexweşiyê de di dilê wan de hebûn bînin ziman.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan