Li Peyasê li 6 kolanan dê 42 hezar ton asfalta germ bê raxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Peyasê (Kayapinar) li ser xeta 7,7 kîlometreyî ku ji 6 kolanan pêk tê, dê nêzî 42 hezar ton asfalta germ birêxe. Bi xebatên ku li Kolana Leyla Qasimê dest pê kirine re dê berxwedêriya rêyan û konfora ajotinê bê zêdekirin.
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Sexbêrkirin û Temîrata Rêyan ji bo ku li seranserê bajarî binesaziya rêyan xurt bike, temenê bikaranîna rêyên heyî dirêj bike û konfora veguhastinê zêde bike xebatên seresaziyê berdewam dike.
Li Taxa Bagcilarê 57 hezar ton asfalt hat raxistin
Tîmên ku li navçeya Baglarê xebatên çêkirin, sexbêrî û temîrata rêyan berdewam dikin, li cade û kolanên Taxa Bagcilarê xebateke girîng a seresaziyê temam kir.
Di çarçoveya xebatê de li ser tora rêyan a ku bi giştî 17 kîlometre dirêj e, 57 hezar ton asfalta germ hat raxistin. Bi vê yekê re seresaziya cade û kolanên taxê hat nûkirin û konfora veguhastinê hat zêdekirin.
Dê li Taxa Muradiyeyê xebatên asfaltê dest pê bikin
Li navçeya Baglarê li Taxa Muradiyeyê jî piştî ku xebatên binesaziyê temam bibin dê xebatên asfaltkirinê dest pê bikin. Xebatên ku di qonaxa yekem de dê li Kolanên Gursel û Fatihê bên kirin, paşê dê li Kolanên Nukhet Coşkun û Gîrneyê berdewam bikin.
Li Taxa Muradiyeyê li ser cade û kolanên ku bi giştî 3,7 kîlometre dirêj in, tê plankirin ku nêzî 10 hezar ton asfalta germ bê raxistin.
Xebatên li Peyasê li Kolana Leyla Qasimê dest pê kirin
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Sexbêrî û Temîrata Rêyan ji bo ku li navçeya Peyasê konfora rêyan zêde bike û temenê bikaranîna seresaziya heyî dirêj bike, li 6 kolanên cuda dest bi xebatên raxistina tebeqeya xewixandinê kir.
Navnîşana yekem a xebatan Kolana Leyla Qasimê bû. Di çarçoveya bernameyê de dê li Kolanên Leyla Qasim, Talaytepe, Abdulkadir Aksu, Jiyan, Baba Tahir û Nazim Hîkmetê asfalta germ bê raxistin.
Ji bo xeta 7,7 kîlometreyî 42 hezar ton asfalta germ
Li Peyasê li ser xeta rêyan a ku ji 6 kolanên diyarkirî pêk tê û bi giştî 7,7 kîlometre dirêj e, tê plankirin ku nêzî 42 hezar ton asfalta germ bê bikaranîn. Bi xebatan re dê serseziya van xetan bê temamkirin û toreke rêyan a ewletir, konfortir û bi temenê dirêj bê avakirin.
Seresazî dê berxwedêrtir bibe
Ji ber ku li kolanên ku xebat lê bên kirin pêça rêya heyî di asta tebeqeya binderê de ye, dê tebeqeya xewixandinê ku qata dawî ya seresaziyê ye bê raxistin.
Bi saya tebeqeya xewixandinê ya ku dê li ser tebeqeya binderê bê sepandin, tê armanckirin ku rê li hemberî faktorên derve yên wekî trafîka wesayîtan û mercên avhewayê berxwedêrtir bibin. Bi xebatê re heman demê de tê armanckirin ku kalîteya rûyê rêyê bê zêdekirin, dema bikaranînê bê dirêjkirin û konfora ajotinê bê başkirin.
Tebeqeya xewixandinê ya ku rasterast rastî trafîka wesayîtan û mercên avhewayê tê, ji bo berxwedêrî û veguhastina ewle ya rêyan girîngiyeke mezin hildigire.
Serokatiya Daîreya Çêkirin, Sexbêrî û Temîrata Rêyan dê li herêmên ku binesaziya wan temam bûye, ji bo ku welatî bigehêjin rêyên ewletir, konfortir û gihîştîtir xebatên asfaltkirinê li gorî bernameya diyarkirî berdewam bike.
