Li Pasûrê 200 kîometreyî rêya 7 tax û 50 mezrayên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, tên vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Pasûrê ya ku xwedî erdnigariyeke çiyayî/zozanî ye, li ser tora rê ya ku ji ber baranên zêde bibe nayê bikaranîn, xebatên vekirin û sererastkirinê didomîne. Bi xebatên ku bi hevkariya Şaredariya Pasûrê re tên meşandin, tê armanckirin ku rêyên ku digihîjin 7 tax û 50 mezrayan ji nû ve bibin xwediyê rewşeke ku bên bikaranîn.
Serokatiya Daireya Çêkirin, Lênêrîn û Temîrkirina Rê, bi armanca rakirina zirarên ku baranên zêde li binesaziya çûnûhatinê ya tax û mezrayên gundewarî yên Pasûrê kirine, xebatên xwe didomîne. Tîm li qadê dixebitin da ku rêyên ji ber baranan girtine ji nû ve ji bo çûnûhatinê vekin û gûzergehên ku nayên bikaranîn, sererast bikin.
Baranên zêde yên ku li Pasûra xwedî erdnigariyeke zozanî bandor bûn, tora rê ya bi giştî 200 kîometreyî ya ku çûnûhatina 7 tax û 50 mezrayan peyda dike, welê kirin ku neyê bikaranîn. Xebatên vekirin û sererastkirinê yên rê yên ku ji bo rakirina zirarên ku bûn sedema qutbûna çûnûhatina cîwarbûnên gundewarî hatine destpêkirin, dewam dikin.
Binesaziya çûnûhatinê ya li erdnigariya çiyayî ji nû ve tê sererastkirin
Rêyên ku digihîjin tax û mezrayên li erdnigariya çiyayî ya navçeyê, di çarçoveya xebatan de ji nû ve tên sererastkirin. Tîm hem beşên rê yên ku piştî baranan girtibûn vedikin û hem jî gûzergehên ku nayên bikaranîn, ji nû ve amade dikin da ku çûnûhatin lê dîsa pêk were.
Bi xebatên ku Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Pasûrê bi hev re dimeşînin, tê armanckirin ku neyêniyên ku baranên zêde di binesaziya çûnûhatina gundewarî de çêkiriye bên rakirin û gihîştina welatiyan a bi cihên wan ên cîwarbûnê re hêsantir bibe.
Li ser gûzergeha 200 kîometreyî xebat hene
Di çarçoveya xebatên ku 7 tax û 50 mezrayên navçeyê digirin nava xwe de, li ser gûzergaha rê ya bi giştî 200 kîometreyî karên vekirin û sererastkirinê tên kirin. Xebat, ji bilî vekirina rêyên girtî ji nû ve ji bo çûnûhatinê, sererastkirina gûzergehên ku ji ber baranan zirar dîtine û nayên bikaranîn jî di nava xwe de dihewînin.
Armanc ew e ku bi gihandina rewşeke ku rê dîsa bên bikaranîn, zehmetiyên di çûnûhatina welatiyan a ji bo tax û mezrayan de bên çareserkirin. Şaredariya Bajarê Mezin bi armanca ewle û bê qutebir dabînkirina çûnûhatinê li cîwarbûnên gundewarî, bi hevkariya Şaredariya Pasûrê re xebatên vekirin û sererastkirina rêyan didomîne.
