Ji DBB’ê piştgiriya moralê ji bo xwendekarên ku ketin LGS’ê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), xwendekarên ku ketin azmûna Pergala Derbaskirina Lîseyan (LGS) beriya azmûnê pêşwazî kirin û piştgiriya moralê da wan.

Di çarçoveya xebatê de ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşandin û Têkiliyên Gel de hat meşandin, li 4 navçeyên navendî di navendên azmûnê yên diyarkirî de xwendekar û welî hatin pêşwazîkirin. Karmendên wezifedar ji xwendekarên ku ketin azmûnê re serkeftin xwestin û bûn şirîkê kelecana wan.
Xebat li van dibistanan hat kirin:
Li navçeya Sûrê: Dibistana Navîn a Alparslan
Li navçeya Yenîşehîrê: Dibistana Seretayî ya 5ê Nîsanê
Li navçeya Kayapinarê: Dibistana Navîn a Diclekentê
Li navçeya Baxlarê: Dibistana Navîn a Yeşîldalliyê
Piştî destpêkirina azmûnê, tîmên şaredariyê li hewşên dibistanan û li derdora navendên azmûnê bi weliyên ku sekinîbûn re hatin ba hev û ji bo piştgiriyê, îkramiyên ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin ve hatibûn amadekirin belav kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, li navendên azmûnê kelecana xwendekaran parve kir û daxwazên serkeftinê gihand wan; her wiha di dema azmûnê de ji bo weliyên ku li bendê bûn jî îkramiyên cuda belav kirin.
