Li Farqînê ew cadeya ku ji ber lehiyê zirar dîtibû tê nûkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Farqînê, Cadeya Perwerdeyê ya li Taxa Baxlarê ya ku ji ber laserê zirar dîtibû, bi darêtina asfalta germ nû dikin.Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan û Şaredariya Farqînê, xebatên xwe yên nûkirinê yên ku li ser rêyên piştî lasera 20’ê Nîsanê zirar dîtibûn dabûn destpêkirin, didomînin.

Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan û Şaredariya Farqînê, xebatên xwe yên nûkirinê yên ku li ser rêyên piştî lasera 20’ê Nîsanê zirar dîtibûn dabûn destpêkirin, didomînin. Tîmên ku li Cadeya Perwerdehiyê ya li Taxa Baxlarê ya ku ji ber lehiyê texrib bûbû dest bi xebatê kirin, ji bo ku gihandinê dîsa bikin ewleh û rehet mesaiyeke giran didin. Piştî ku binesaziya rê hat temamkirin, derbasî rijandina asfalta germ bûn.
Hezar ton asfalta germ tê rijandin
Di çarçoveya xebatan de, di rêbenda ku bi giştî 400 metre dirêj e de, nêzî hezar ton asfalta germ tê rijandin. Tîm dê xebatên asfaltkirinê di demeke kurt de temam bikin û rê bixin ber xizmeta welatiyan.
Rehetiya gihandinê dê were zêdekirin
Bi nûkirina rûyên rêyên ku piştî karesata lêserê xira bûbûn, tê armanckirin ku li herêmê ewlehiya gihandinê û rehetiya ajotinê were zêdekirin.
