Kolana Goçmenler a Baxlarê dê 11 rojan li trafîkê bê girtin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên ji bo girêdana binesaziya xaza siruştî ya mekteb û malbatan de dê 11 rojan Kolana Goçmenlerê ya navçeya Baxlarê li trafîkê wesayîtan bigire.
Navenda Koordînasyona Veguhastinê (UKOME) ji bo ku DÎYARGAZ A.Ş li navçeya Baxlarê, Taxa Fatîhê, Kolana Goçmenlerê xebatên girêdana binesaziya gaza xwezayî bike, di navbera 19-30ê Îlonê de biryar da ku cadeyê li trafîkê bike.
Rêgeha alternatîf
Di heyama ku dê kolan ji trafîkê re girtî be, wesayitên komsiwariyê ku rê bi kar tînin de dê karibin rêça Cadeya Cemîloglu - Cadeya Rehber - Bulvara Karacadaxê wekî alternatîf bi kar bînin.
