Zarok daketin nav hunerê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi beşdariya 350 zarokan, çalakiya werzîş û hunerê li dar xist.
Li Parka Fidanlik a navçeya Yenîşehîrê, bi hevkariya Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî û Midûriyeta Daîreya Ciwanan û Werzîşê, bi hevkariya Komeleya ÇocukÇA, Komeleya Rengarenk Umutlar û binesaziya Klûba Amedsporê, ji bo 350 zarokan pîknîk û çalakiyeke hunerî hate organîzekirin.
Armanca çalakiyê ew bû ku zarok rojeke tijî kêf, afirîner û werzişî derbas bikin, bi hevalên xwe re dem derbas bikin û daketin nav xwezayê. Di çalakiyê de atolyeyên muzîk û rîtmê, çalakiyên werzîşê (futbol, voleybol, tenîs, badminton), lîstikên parkûrê, bazdana di çewalan de, kişandina werîsî, bazdana li ser werîsî û gelek lîstik û pêşbirkên din hatin lidarxistin û zarokan rojeke tijî kêf derbas kirin.
Lîstikvanên Amedsporê piştgirî dan çalakiyê
Lîstikvanên Amedsporê jî piştgirî dan çalakiya ku tevahiya rojê çalakiyên werzîşê yên cur bi cur lê hatin lidarxistin û bûn hevkarê kêfa zarokan. Zarokên ku di çalakiyê de kêfa xwe kirin, bi lîstikvanên Amedsporê re wêne kişandin.
'Armanca me pêşxistina civakî ya zarokan e'
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, der barê çalakiyê de agahî da û anî ziman ku ew hewl didin bi çalakiyên werzîşê yên ku zarok dadikevin nav xwezayê re di nav de ne, destekê didin pêşketina wan a civakî ku sosyalîze bibin.
'Em armanc dikin Amedê bikin bajarê ciwanan'
Saman diyar kir ku armanca wan ew e ku zarokên beşdarî çalakiyan bûne, demeke xweş derbas bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bin pêşengiya Meclîsa Zarokan de, demeke dirêj e ku di warê zarokan de hin kar û xebatên hevkariyê dikin. Îro jî dema me ev xebat organîze kir, me armanc kir ku zarokên ku di van komeleyan de beşdarî hin çalakiyan bûne demeke xweş derbas bikin û li ser vê bingehê me ji sibê de dest bi çalakiyên xwe kir. Ev çalakiyên me wê tevahiya salê bidomin. Ji niha û pê ve, em bi hevkariya rêxistinên sivîl re armanc dikin ku Amedê bikin bajarekî xweş ji bo zarokan, û em ê di berjewendiya zarokan de tevbigerin.”
'Tiştên bi vî rengî zarokan bêhtir civakîze dike'
Zarokên ku beşdarî çalakiyê bûn jî diyar kirin ku bi saya çalakiyê gelek kêfa wan hatiye û xwestin çalakiyên bi vî rengî bidomin. Amîne Karataş, yek ji zarokên beşdarî çalakiyê bû, wiha axivî: "Me boyaxên xwe sêwirandin. Baş e ku ev çalakî her tim bidomin. Tiştên bi vî rengî zarokan zêdetir dikin civakî."
Karen Tarban, Ahmet Gultekin û Nîsanûr Bozkurt jî diyar kirin ku bi saya çalakiyê gelek kêfa wan hatiye.
