DÎSKÎ, xeta kanalîzasyonê ya li Taxa Şehîtlikê diguherîne
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Mezin a Amedê, ji bo guherandina xeta kanalîzasyonê ya di bin lojmanên tenduristiyê yên li navçeya Yenişehirê hatine hilweşandin re derbas dibe, dest bi xebatê kir.
Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên bingehîn ên li seranserê bajêr didomîne. Di vê çarçoveyê de, ji bo xeteke nû ya di çarçoveya deplasekirina (guherandina cih) xeta kanalîzasyonê ya di bin lojmanên tenduristiyê yên li Taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenişehirê hatine hilweşandin re derbas dibe û temenê xwe yê aborî temam kiriye, dest bi xebatê hat kirin.
Plansaziya binesaziya 50 salan
Ekîbên DÎSKÎyê diyar kir ku ji ber xeta heyî kevn û riziyayî ye, mudaxele lê zehmet e. Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku xeteke nû ya kanalîzasyonê ya bi temenekî dirêjtir û bi berxwedantir were raxistin. Bi xeta nû re tê hedefkirin ku pêdiviya binesaziya herêmê di 50 salên pêş de bê pirsgirêk were dabînkirin.
Xebata dijwar li erdê kevir
Xebatên ku li Kolana Yaradanakulê didomin, li erdê kevir tên meşandin. Ekîban diyar kir ku di xebatên kolandinê yên di kûrahiya 50 cm ji asfaltê dest pê dike de, bi bikaranîna ekskavatör û kepçeyan erdê kevirî yê yek parçe hatiye şikandin. Di çarçoveya xebatan de, boriyên cureyê korega yên 300'î ji kûrahiya 1,20 metreyî dest pê dike heta kûrahiya 3,40 metreyî hatin raxistin.
Xeta kanalîzasyonê ya nû ya 200 metreyî
Xeta ku heta niha 45 metreyê wê hatiye temamkirin, dê beşa mayî di nav 15 rojan de were bidawîkirin. Di çarçoveya xebatan de li Kolana Yaradanakulê xeteke nû ya kanalîzasyonê ya 200 metre dirêj a ku 3 bîr tê de hene dê were raxistin
