'Gotûbêjên Bîra Çandî' Li Muzexaneya Bajêr tên lidarxistin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîlpaşa, dê di meha Mijdarê de bi beşdariya akademîsyen, perwerdekar, nivîskar û arkeologan, gotûbêjên bîra çandî bi sernavên cuda organîze bike.
Salona Pêşangeha Demkî ya Muzexaneya Bajêr, ku di çarçoveya Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin de kar dike, dê mazûvaniya gotûbêjên bîra çandî bike. Hemû gotûbêj dê di saet 14.00'an de dest pê bikin.
Dîrok
Dem
Beşdar
Sernav
7 Mijdar
14.00
Perwerdekar-Nivîskar Filiz Parlak
"Pêjgeha Amedê (Diyarbakır Mutfağı)"
8 Mijdar
14.00
Akademîsyen M. Alîşan Budak
"Çanda Muzîka Bajarî ya Diyarbekirê di Sedsalên 19 û 20’an de"
14 Mijdar
14.00
Nivîskar Mehmet Şimşek
"Suryaniyên ji Gelên Qedîm ên Amedê (Diyarbakır Kadim Halklarından Süryaniler)"
28 Mijdar
14.00
Arkeolog Doktora Şivan Ayûs û Arkeolog Doktora Fatma Durma
"Ji Bingeha Leşkerî heta Deverên Pîroz: Kela Zerzevan û Baweriyên Veşartî yên Romayê"
Gotûbêjên bîra çandî dê derfetê bidin welatiyan ku li ser dîrok, çand û nirxên kevnar ên Amedê agahdariyên kûr bi dest bixin.
