Hevşaredar beşdarî komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aborî bûn
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun beşdarî Komxebata Aboriya Demokratîk û Rêxistinbûna Aborî bûn.

Komxebat ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Di gel Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun; Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Cîgirê Serokê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, parlamenter, hevserokên şaredariyên navçeyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl di vê komxebatê de amade bûn.
Di komxebatê de vîzyona rêveberiyên herêmî ya di polîtîkayên aboriyê de û modelên aboriyê yên alternatîf bi berfirehî hatin nirxandin.
Di roja yekem a komxebatê de rûniştinên bi sernavên "Aboriya Komunal a Demokratîk", "Perspektîfa Aboriya Azadîxwaziya Jinan", "Xizaniya Bajar û Torên Hevkariyê" û "Ezmûnên Aboriya Hevkariyê û Nîqaşên li ser Modelên Ku Dikarin Werin Sepandin" hatin lidarxistin.
Di roja duyem a komxebatê de jî dê pêşniyarên çareseriyê yên pratîk, lêgerînên reformên pêkhateyî û plansaziyên stratejîk ên ji bo pêşerojê werin nirxandin.
Di beşa encamnameyê ya komxebatê de jî dê "Nexşeya Rê ya ji bo Sepandinên Aboriya Komunal a Demokratîk" were amadekirin.
