Hevşaredar Bucak ligel jinan li Bîstanê Komîn şitil çandin

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî çalakiya çandina şitilan bû ku li Bostînê Komîn ê Jinan ê Şaredariya Bajarokê Nû (Yenişehir) hatibû organîzekirin.
Yekemîn çandina bîstanê li Bîstanê Komîn ê Jinan ê ku ji aliyê Şaredariya Bajarokê Nû ve bi armanca piştgirîkirina beşdariya jinan di hilberînê de, xurtkirina pişgirtiyê û mezinkirina çanda jiyana hevpar hatibû bipêşxistin, pêk hat. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredarên Şaredariya Bajarokê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun ligel endamên meclîsê beşdarî çalakiya ku li qada "Nev Bahçe" ya navçeya Bajarokê Nû hatibû lidarxistin, bûn.
Şitil hatin çandin, ava heyatê hat dayîn
Di çalakiyê de Hevşaredar Bucak ligel jinan muştel çandin û ava heyatê da şitilên çandî. Di çarçoveya projeya ku armanca wê zêdetir cihgirtina jinan di pêvajoyên hilberînê de ye, şitil bo nav axê hatin danîn. Armanca bîstan ku li ser bingeha pişgirtiyê hatiye avakirin ew e ku ji bilî zêdekirina beşdariya jinan di hilberînê de, bibe alîkar ji bo pêşvebirina çanda jiyana hevpar jî.
'Em armanc dikin ku rola jinan di hilberînê de xurt bikin'
Hevşaredar Serra Bucak diyar kir ku ew armanc dikin ku di aboriya herêmî de rola jinan di warên hilberîn û îstihdamê de xurt bikin û da zanîn ku şaredariyên navçeyan û Şaredariya Bajarê Mezin li gorî têgihîştina hilberîna kolektîf, ji bo pêşxistina modelên nû yên xebatê bi hev re tevdigerin.
Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya Bîstanê Komîn ê Jinan û weha got: “Jin bi hev re nîqaş dikin, hildiberînin, diçînin; tiştên ku çandine jî ji bo ku bixin ber xizmeta aboriya malbatê û aboriya xwe ya kesane, dinirxînin.”










