Şaredariya Bajarê Mezin bi hemû yekîneyên xwe li hewarê ye
Ş aredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji kêliya ewil bi 6 wesayitên îtfaiyeyê û 60 xebatkaran bi hewara ş ewata di navbera navçeya Çinar û Şemrex ê ya ku qadeke 66 kîlometroyî ş ewitî, bû. Maseya Koordînasyona Krîzê ya ku di bin serokatiya Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatûn de hat avakirin, hem li nexwe ş xaneyên navenda bajêr hem jî li taxên gundan ên ji ş ewatê bandor bûne, xebatên xwe didomîne.
Ş ewata ku duh danê êvarê (20.06.2024) li qadeke berfireh a di navbera navçeya Amed Çinarê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de dest pê kir û heta saetên sibehê dewam kir, ziyanên canî û madî dan.
Ji kêliya yekê ya ş ewatê ve bi kordînasyona Hevserok Serra Bucak û Dogan Hatûn Maseya Koordînasyona Krîzê hat avakirin. Bi tevlêbûna Sekreterê Gi ş tî Emrullah Gorduk, Alîkarên Sekreterê Giştî Re ş at Bakan, Aziz Ozdogan, Ozgur Yıldız û Zerrîn Turk û serokên daîreyan, li qada ku ş ewat derket, tevahiya ş evê bi ruhê seferberiyê xebitîn.
Hevserok tevahiya ş evê li qadan bûn
Hev ş aredar Serra Bucak û Dogan Hatûn û rêveberiya Ş aredariya Bajarê Mezin, ji kêliya yekem a ş ewatê ve xebatên vemirandina agir û peydakirina pêdiviyên mirovî yên li taxên gundewarî bi kordîne kirin.
Hev ş aredar Bucak û Hatûn malbatên li gundan ziyaret kirin. Pi ş tre Hevserokan ji bo dermankirina birînên xizmên welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane û hevgirtinê serdana nexwe ş xaneyên bajêr kirin.
6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan
Li gor daneyên fermî yên ewil ên Midûriyeta Karên Tenduristiyê 6 welatiyên me ji ber ş ewatê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha dermankirina 22 birîndarên ku 10 jê giran in li Nexwe ş xaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Ya ş argîl û Nexwe ş xaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê dewam dikin.
Navê welatiyên me yên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Ubeydullah Bu ğ daycı, Abdurrahman Bu ğ daycı, İ smail Yardımcı, Remzi Yılmaz û Mazhar Demir û Sînan Deviren.
Heywanên birîndar hatin dermankirin
Dîsa li gorî daneyên Midûriyeta Tenduristiyê gelek dewar û pez û cureyên mexlûqên ku be ş eke girîng a jiyana xwezayî ne, jiyana xwe ji dest dane.
Di dema ku xebatên vemirandina ş ewatê didomin, ekîba pispor ku di nav de beytarên Midûriyetê jî di nav de bûn, alîkariya ewil da heywanên birîndar. Ji Daîreyê 2 beytar, 3 karkerên zeviyê, ekîbên Ş aredariyên Bajarê Mezin ên Wan û Mêrdînê û Zanîngeha Dîcleyê jî be ş darî xebatên alîkariya ewil bûn. Pi ş tî arîkariya ewil a sewalên birîndar rakirin Navenda Lênihêrîn û Rehabîlîtasyonê ya Heywanan. Hewldanên hewarçûnê yên ji bo zindiyên li herêmên ku ş ewat lê ketine, dê dewam bikin.
Komeleya Parastin û Rizgarkirina Heywanên Kargoyê ku li Stenbolê xebatên xwe dime ş îne jî ji bo pi ş tgiriyê bide xebatê ber bi Amedê ve bi rê ket.
6 wesayîtên agirkujiyê û 60 xebatkar li qadê bûn
Ş ewata ku hêj sedema wê nehat zanîn duh saet di 22.09an de ji Midûriyeta Agirkujiyê re hat ragihandin. Saet di 22.10an de 2 wesayitên îtfaiyeyê û 6 îtfaiye ji Îtfaiyeya Çinarê ya girêdayî Ş aredariya Bajarê Mezin derketin rê. Pi ş tî vê yekê yekser ji Bismilê 2 wesayîtên îtfaiyeyê û 6 îtfaiye, ji navenda bajêr 1 wesayîtên agirkujiyê û 4 îtfaiye û ji Ş axa Navendê jî 1 wesayîtên îtfaiyê û 4 îtfaiye hatin herêmê.
Bi tevahî 6 wesayîtên agirkujiyê û 20 îtfaiye be ş darî xebatên vemirandina agir bûn. Pi ş tî kêmkirina bandora ş ewatê, îtfaiye be ş darî xebatên midaxeleyî yên li qada ş ewatê ya li navçeya Şemrex a Mêrdînê bûn. Heya niha 1 wesaîta îtfaiyeyê û 1 tankera avê li qadan in ku ji bo rew ş eke neyînî ya muhtemel midaxele bikin.
Serokên daîreyan li qada ş ewatê bûn
Di heman demê de Midûriyeta Parastin û Kontrola Jîngehê bi 4 tankerên avê û 10 xebatkar, Midûriyeta Park û Baxçeyan bi 10 tankerên avdanê û 24 xebatkar, Midûriyeta Gi ş tî ya DÎSKÎyê jî bi 6 tankerên avê, 1 dolmî ş ê, 1 kamyoneke kanalîzasyonê û bi tevahî 14 xebatkaran gihî ş t qada ş ewatê. Midûriyeta Gi ş tî ya DÎSKÎyê îro bi 7 tankerên avê ava vexwarinê da gundên ku ş ewat lê ketine. DÎSKÎ ji bo mexdûriyeta welatiyan ji holê rabe dê bi heman ekîbê ava vexwarinê bide welatiyan.
Pi ş tgiriya ş aredariyên derdorê
Li aliyê din ş aredariyên derdorê jî be ş dar bûn û pi ş tgirî dan xebatên vemirandina êgir. Ş aredariya Bajarê Mezin a Rihayê 1 îtfaiye, Ş aredariya Wêran ş arê 3 tankerên avê, Ş aredariya Semsûrê 1 îtfaiye û 16 xebatkar, ş aredariyên Cizîr, Silopiya, Êlih; Sûr, Yenî ş ehîr, Kayapinar û Baglarê jî bi ekîbên xwe ve di xebatên vemirandina agir de cih girtin.
Hewldanên sarkirinê berdewam dikin da ku agir negihêje zêdetir cihên jiyanê.
Qadeke 66 kîlometroyî kete ber
Li gor tesbîtên ewil ên Midûriyeta Xizmetên Gundan agir bi qadeke 66 kîlometroyî ket. Erdên çandiniyê û taxên gundewarî yên li herêma navborî bandor jê girt. Li herêma ku ş ewat lê bi tesir bû jî berhemên dexl ên wekî genim, ceh, nîsk û nok ji nebatên li de ş tê ş în dibin jî, darên wekî zeytûnên ku di nebatên maqûsê de ş în dibin, ji ber taybetmendiyên avhewayê yên herêmê nikarin xwe ji ş ewatê rizgar bikin. Li herêmê bi awayekî çalak sewalkarî dihat kirin. Ji ber vê sedemê ji bilî windahiyên canî xisareke mezin a madî jî çêbû.
Ji xizmên nexwe ş an re desteka xwarin û mal hat dayîn
Ekîbên Daîreya Xizmetên Civakî jî pi ş tgirî da malbatên birîndarên di bin tedawiyê de ne. Ekîban li Nexwe ş xaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Ya ş argîl û Nexwe ş xaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Dîcleyê li xizmên nexwe ş an betanî, pelika, destmal, av û vexwarin belav kirin. Ji xeynî du nexwe ş xaneyan ş orbe li xizmên nexwe ş ên ku li Navenda Tiba Edlî li bendê ne hat belavkirin. Her wiha li sê cihên mijara gotinê ji 450 kesî re xwarin hat dayîn. Dîsa li Nexwe ş xaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Ya ş argîl semovara çayê, li Zanîngeha Dîcleyê jî wê semovara çayê bê çêkirin.
Her wiha li taxên gundewar ên ku ji ş ewatê bandor bûne tuwaletên gerîde hatin danîn.
Pêdiviyên jinan hatin bicihanîn
Her wiha endamên meclîsa jinan, Alîkara Sekreterê Gi ş tî Zerrîn Turk û xebatkarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, pêdiviyên jinên bi xizmên xwe yên birîndar ên li baxçeyên nexwe ş xaneyan li bendê ne, tespît kirin. Pi ş tî ku pêwîstî hatin peydakirin, xizmên jinên birîndar birin Mêvanxaneya Nexwe ş û Xizmên Nexwe ş an.
Navenda Koordînasyona Krîzê dê 24/7 kar bike
Asta rêveberiya Ş aredariya Bajarê Mezin a li Navenda Koordînasyona Krîzê ye dê bênavber xebatên xwe bidomîne. Li aliyê din dê endamên Meclîsê li herêmên ş ewat lê ketine jî bixebitin.
