Ji Şaredariya Bajarê Mezin li ber Mizgefta Mezin îkrama şerbeta rihanê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku hem çanda bajêr û tehmên kevneşopî bide jiyandin hem jî di rojên germ ên havînê de welatiyan hênik bike, li ber Mizgefta Mezin a dîrokî şerbeta rihanê belav kir. Di çarçoveya çalakiyê de daxwaz, pêşniyar û gilî û gazincên welatiyan jî hatin guhdarîkirin û ji bo ku ji yekeyên têkildar re bên ragihandin hatin qeydkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku çanda bajêr û tehmên kevneşopî bide jiyandin û di rojên germ ên havînê de îkramên hênikker pêşkêşî welatiyan bike, li ber Mizgefta Mezin a dîrokî şerbeta rihanê belav kir. Çalakiya ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Têkiliyên bi Gel re ya ser bi Serokatiya Saziya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên bi Gel re hat organîzekirin, li navçeya Sûrê li ber Mizgefta Mezin a dîrokî ku welatî bi giranî lê ne, hate lidarxistin.
Berî û piştî nimêja înê îkram hate kirin
Li stendên ku berî û piştî nimêja înê hatin avakirin, şerbeta rihanê ya ku di metbexa Serokatiya Saziya Xizmetên Civakî de hatibû amadekirin, ji aliyê tîman ve pêşkêşî welatiyan û tûrîstên xwemalî û biyanî yên ku hatine serdana bajêr hate kirin. Di çalakiyê de ku rastî eleqeyeke mezin hat, şerbeta rihanê ya ku tehmeke kevneşopî ye, ji bo hênikbûnê ji welatiyan re hate belavkirin.
Derbarê xizmetan de agahdarî hate dayîn
Di çarçoveya çalakiyê de tîmên Midûriyeta Şaxa Têkiliyên bi Gel re, tenê şerbet îkram nekirin; her weha li stendên hatine avakirin, derbarê xebat û xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de jî agahdarî dan welatiyan. Pêşniyar, daxwaz û gilî û gazincên welatiyan hatin guhdarîkirin û nêrînên hatin ragihandin ji bo ku bên nirxandin û ji yekeyên têkildar re bên şandin, hatin qeydkirin.
Spasî ji welatiyan
Welatiyên ku kêfxweşiya xwe ya ji bo îkrama şerbeta rihanê anîn ziman, ji ber vê çalakiya ku di rojên germ ên havînê de hate kirin, spasiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, dê di çarçoveya famkirina xizmeta gel-navendî de, hem çalakiyên xwe yên ji bo jiyandina çanda bajêr hem jî xebatên xwe yên agahdarkirin û îkramê yên ku têkiliya rasterast bi welatiyan re xurt dikin, li xalên cuda yên bajêr berdewam bike.
