Hevşaredaran li OSBya Tekstîlê serdana karkeran kir
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana karkerên şirketên ku li OSBya Tekstîlê dixebitin kir û der barê tenduristî û ewlehiya kar û mercên xebatê yên karkeran de agahî wergirtin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, serdana karkerên ku li şirketên tekstîlê yên li Herêma Pîşesaziyê ya Tekstîlê ya Amedê (OSB) dixebitin kirin û der barê mercên xebatê de agahî wergirtin.
Hevşaredaran, piştî serdana karkeran bi xwediyên kar re jî hevdîtin pêk anîn. Hevşaredaran ku ji Serokê Desteya Rêveber a Komeleya Pîşesazî û Karsazên Tekstîlê ya Başûrê Rojhilat (GUNTÎAD) Sezai Ayas û xwediyên kar Hasan Aslan, Îhsan Ogurlu, Fadil Ogurlu û Mulkiye Ogurlu pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên li OSBê guhdarî kirin, der barê "tenduristî û ewlehiya kar û mercên xebatê yên karkeran" de danûstandin kirin.
Di serdana Hevşaredaran de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk û Seroka Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Berîvan Guneş, Hevseroka Bajarê Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê) Gulşen Ozer û endamên meclisê beşdar bûn.
