Ji karmendên Şaredariyê re perwerdehiya 'Kontrola Hêrsê û Rêvebirina Stresê' hat dayîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo karmendên di nav saziyê de dixebitin bernameya perwerdehiyê ya "Kontrola hêrsê û rêvebirina stresê" li dar xist.
Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê, ji karmendên ku di beşên veguhestin, zabita û têkiliyên gel ên Şaredariya Bajarê Mezin de dixebitin re perwerdehiya "Kontrola Hêrsê û Rêvebirina Stresê" da. Perwerde li Navenda Çandê ya Elî Emîrî, di du danişinan de pêk hat.
Di perwerdehiya ku ji aliyê karmendê Serokatiya Daîreya Çavkaniyên Mirovî û Perwerdehiyê Ozgur Analay ve hat dayîn de; sedemên hêrsê, nîşaneyên wê û rêbazên kontrola hêrsê, û her wiha çavkaniyên stresê, bandorên wê yên erênî û neyênî û teknîkên rêvebirina stresê wek sernav cih girtin.
