Perwerdeya hişyariyê ji bo xebatkarên Şaredariya Sûrê hate dayîn
Tîmên Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hişyariyê li hemberî tiryakê zêde bikin, perwerdehî dan xebatkarên Şaredariya Sûrê.
Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiya Madeyên Hişber, ku di bin Saziya Xizmetên Civakî de kar dike, ji bo ku xebatên li dijî tiryakê bi hevkariyê pêşve biçin û çalakiyên civakî bi bandortir bên meşandin, xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya van xebatên ku bi hevkariya şaredariyên navçeyan têne meşandin de, perwerdehiyên hişyariyê ji hêla mamosteyên pispor ve ji bo xebatkarên şaredariyên navçeyan têne dayîn.
Di perwerdehiya ku ji bo xebatkarên Şaredariya Sûrê hat lidarxistin de, mijarên wekî pênaseya tiryakê, pêvajoya wê, bandorên wê yên li ser takekes û civakê, nîşanên hişyariya zû, rêbazên destwerdanê û pêvajoyên şêwirmendiyê hatin nîqaşkirin.
Perwerde dê bidomin
Perwerdeya ku armanca wan zêdekirina hişyariyê li hemberî tiryakê û xurtkirina têkoşînê li asta herêmî ye, dê ji bo rêxistinên civaka sîvîl û rêveberiyên herêmî bidomin.
