Perwerdeya derbarê afatê de ji xwendekaran re hat dayîn
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi wesîleya 13'ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Kêmkirina Rîskên Afetan ji bo xwendekaran bernameyeke perwerdeyê ya teorîk û pratîkî li dar xist.
Serokatiya Daîreya Karên Afetê, bi Yekîneya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî (MEB AKUB) re bi wesîleya 13'ê Cotmehê Roja Cîhanî ya Kêmkirina Rîskên Afetan çalakî li dar xist. Li Lîseya Anadolû ya Sezaî Karakoç, perwerdeyên hişyariya afetan, tatbîqata erdhejê û sepana vemirandina agir hatin kirin.
Perwerdeyên pratîkî hatin dayîn
Tîmên Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê û Midûriyeta AFAD’ê ya Bajêr jî beşdarî çalakiyan bûn. Ewilî, ji xwendekaran re li ser mijarên wekî awayên rast ên tevgerê di dema erdhejê de, sepanên valakirinê yên awarte û midaxeleya ewilî ya li agir, perwerdeya pratîkî hat dayîn. Dûre, bi lêdana sîrenan re xwendekar bi awayekî ewledar ji polan hatin valakirin.
Ji xwendekarên ku li bexçeyê dibistanê kom bûn re, ji aliyê îtfaiyevanan ve bi tûpa agir kuştinê (vemirandinê) midaxeleya li agirên muhtemel bi awayekî pratîkî hat tatbîqkirin.
Belavok li hemwelatiyan hatin belavkirin
Serokatiya Daîreya Karên Afetê, ya ku armanca wê zêdekirina hişyariya afetan û hestiyariya jîngehê ye, li Qada Deriyê Çiyê û Kolana Gazîler dergeh vekir û derbarê heman mijarê de belavok li hemwelatiyan belav kirin.
