Li xeta E9 hejmara wesayîtan zêde bû
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li gorî daxwazên welatiyan li ser rêgehan başkirinan pêk bîne, di xeta E9 de hejmara wesayîtan zêde kir û koda xeta "Rînga Oglaklî" guhert.
Serokatiya Daîreya Veguhastinê, di çarçoveya van xebatan de, hejmara wesayîtên li ser xeta E9 ku di navbera Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargil û TOKÎ'ya Oglaklî de xizmetê dide, di dawiya heftêyan de ji 3'an derxist 4'an.
Bi vê rêkeftina ku ji 27'ê Îlonê pê ve dest pê dike, armanc ew e ku demên bendewariyê yên welatiyan kêm bibin. Xeta E9 di nav hefteyê, dawiya heftiyê, û şevê de xizmetê didomîne.
Koda xeta rînga Oglaklî hatiye guhertin
Serokatiya Veguhastinê, ji bo pêşî li pirsgirêkên heyî bigire, koda xeta "Rînga Oglaklî" ya ku di navbera Oglaklî û Bayramoglu de di demjimêrên şevê de xizmetê dide, jî guhert. Ev xet dê ji 27'ê Îlonê pê ve bi koda nû Y4 seferên xwe bidomîne.
Xeta E9:
Demjimêra Xebatê
Hejmara Wesayîtan
Rêgeh
Nav Hefteyê
6 Wesayît
Nexweşxane - Oglaklî (Her 30 deqe heta 19:30)
Dawiya Hefteyê
4 Wesayît
Nexweşxane - Oglaklî (Destpêk 06:30, bi navberên rêkûpêk heta 19:40)
Nobeta Şevê
1 Wesayît
Nexweşxane - Oglaklî (Di navbera 20:30 û 00:30 de, her saetekê)
Xeta Y4 (Rînga Şevê - Nû):
Hejmara Wesayîtan
Kod
Demjimêrên Nû
Rêgeh
4 Wesayît
Y4
20:00 - 00:00
Bayramoglu - Hatboyu - Tesisler - Ceylan A.V.M. - Otogar - Oglaklî
