DÎSKÎ bi muxtarên Licê re civîya

 



Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, li navçeya Licê bi muxtaran re hevdîtinek li dar xist û guhdarîya pirs û pirsgirêkên keyayan kir.

DÎSKÎ, ji bo pirsgirêkên welatiyan bizanibe û bi awayê herî baş çareseriyê jê re bibîne bi keyayan re civînan li dar dixe.

Di hevdîtina li Licê de pirsgirêk hatin nirxandin û keya û muxtaran, kêşe û pirsgirêkên tax û gundên xwe araste kirin.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, behsa xebatên DÎSKÎyê li van navçe û gundan kirin û aşkere kir ku cure cure plansazî û projeyên wan ji bo van deveran hene. 

Tutşî, diyar kir ku DÎSKÎyê qebalek proje ji bo navçeyan hene û weha axivî:

 “Karê me yê destpêkê ew e ku di kaniyên mala me re aveke paqij biherike, ava şelav û baranan jî bêyî zirarê bidin jîngehê berteref bikin. Ligel vê li deverên pêwist projeyên nû em bi pêş dixin. Xebatkarên roj 7/24 saet li meydanî ser karî ne. Xebat û xizmetguzariya me berdewam dike.”