Kursiyerên ku kursên ziman bi dawî kirin belgeyên xwe girtin
100 kursiyerên ku kursên ziman ên Kurmancî, Zazakî, Soranî, Suryanî û Ermenî yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi têgihîştina şaredarîtiya pirzimanî û pirçandî dihatin meşandin bi serkeftî qedandin, belgeyên xwe girtin. Ji bo kursiyerên ku kursên di warên Kurmancî, Zazakî, Soranî, Suryanî û Ermenî de yên li ser filyata Midûriyeta Şaxê Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Huner û Karên Civakî bi dawî kirin, bernameyek hat lidarxistin. Dersa dawî ya kursa Ermenî ya Midûriyeta Şaxê Parastin û Pêşxistina Ziman, ji aliyê mamoste Asli Taşçioglu ve li Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê hat çêkirin. Piştî dersa ku li Mala Bîranînê ya ku ji bo Migirdîç Margosyan hatibû veqetandin hat kirin, derbasî merasîma radestkirina belgeyan bûn.

Piştî dersa ku li Mala Bîranînê ya ku ji bo Migirdîç Margosyan hatibû veqetandin hat kirin, derbasî merasîma radestkirina belgeyan bûn.
‘Armanca me ew e ku em kursan veguherînin avahiyeke berfireh’
Midûrê Şaxê Parastin û Pêşxistina Ziman Tahir Baykuşak di merasîmê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku bi têgihîştina şaredarîtiya pirzimanî û pirçandî xizmetê hilberînin û destnîşan kir ku kursên ziman jî yek ji hêmanên bingehîn ên vê nêzîkatiyê ne.
Baykuşak da zanîn ku di pêvajoya pêş de armanca wan ew e ku kursên heyî veguherînin avahiyeke berfirehtir û weha got: “Em hêvî û daxwaz dikin ku em karibin van kursan bi demê re pêş bixin da ku veguherin dibistaneke ziman. Em dixwazin bibe avahiyek ku tê de mamosteyên daîmî yên Ermenî û Suryanî kar bikin, li gel hemû zaravayên Kurdî, perwerdeya Îngilîzî, Elmanî û Fransî jî bê dayîn. Armanceke me ya weha heye.”
100 kursiyerî perwerdeya xwe temam kir
Baykuşak anî ziman ku di destpêkê de eleqeyeke mezin ji bo kursên ziman ên ku belaş tên organîzekirin hebû, lê di serdemên paşê yên kursan de ji ber sedemên cuda hejmara beşdaran kêm bû. Baykuşak diyar kir ku di dawiya pêvajoya salekê de 100 kursiyerî perwerdeya xwe temam kiriye û destnîşan kir ku kurs wekî serdemî hatine plankirin û bernameyên perwerdeyê yên 120 saetan, li ser bingeha hefteyê 8 saetan, nêzîkî 15 hefteyan hatine qedandin.
‘Dê qursên destpêkê û xwendin-nivîsandinê bên vekirin’
Baykuşak daxuyand ku piştî temambûna kursên heyî dê bernameyên serdema havînê dest pê bikin û got ku li gel kursên destpêkê yên Kurmancî û Zazakî yên ku heyameke du mehan li xwe digire, dê perwerdeyên xwendin û nivîsandinê jî bên organîzekirin.
Baykuşak bal kişand ser girîngiya zêdekirina rêjeya xwendin û nivîsandina Kurdî û anî ziman ku kesên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye, lê fersenda perwerdehiya bi vî zimanî dîtine, dê bi xêra bernameyên kurtedemî yên xwendin-nivîsandinê karibin pirtûk, rojname û weşanên din ên Kurdî bişopînin.
Baykuşak weha axivî: “Bilindbûna rêjeya xwendin-nivîsandina Kurdî dê bandoreke rasterast hem li ser çalakiyên weşangeriyê hem jî li ser xebatên çandî, akademîk û zimanî bike. Ji ber vê yekê em plan dikin ku kursên xwendin-nivîsandina Kurdî di her serdemê de wekî kampanyayê vekin.”
Hilbijartina Surp Giragosê ji bo dersa dawî xwedî wateyeke sembolîk bû
Baykuşak diyar kir ku çêkirina dersa dawî ya Ermenî li Dêra Ermeniyan a Surp Giragosê xwedî wateyeke taybet e û anî ziman ku di raboriyê de li herêmê dibistan û mamosteyên Ermenî hebûn, lê îro di vî warî de dîtina mamosteyan zehmet bûye.
Baykuşak da zanîn ku piraniya kursên Ermenî bi rêya onlayn (serhêl) hatine meşandin, lê dersa dawî bi tevlêbûna mamoste Asli Taşçioglu rû bi rû hatiye kirin û bi merasîma belgeyan bi dawî bûye.
Baykuşak anî ziman ku sedemeke din a hilbijartina vî cihî zindîhiştina bîranîna nivîskarê Ermenî yê ji Amedê Migirdîç Margosyan e û diyar kir ku ji nû ve bihîstina zimanê Ermenî li vî cihî ku ji aliyê şaredariyê ve wekî Mala Bîranînê hatiye amadekirin, pir watedar e.
Belgeyên tevlêbûnê dan kursiyeran
Di merasîmê de ku gelek kes tevlê bûn, piştî axaftin û guhdarîkirina muzîkê, belgeyên tevlêbûnê pêşkêşî kursiyeran hatin kirin.
