Li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê paşmayî bûn huner
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca pêşxistina hişmendiya hawirdorê û avakirina pêşerojeke domdar, li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê du atolyeyên cuda li dar xistin û tê de materyalên paşmayî dagerandin hunerê. Di çalakiyan de ku bi tevlêbûna jinan û kursyerên astengdar birêve çûn, materyalên ku vedigerin nav sîstemê bûn berhemên afirîner; her wiha li ser ekolojiya hawirdorê, piştgirî û çanda hilberîna hevpar jî giftûgo hatin kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo belavkirina pratîkên jiyana dostên hawirdorê, xurtkirina hişmendiya "sifir paşmayî" û anîna cem hev a beşên cuda yên civakê di pêvajoyên hilberîna hevpar de, xebatên xwe berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, li ser filyata Serokatiya Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Paşmayî, li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê du atolyeyên girîng hatin lidarxistin û materyalên avêtî veguherîn berhemên hunerî.
Atolyeyên ku di bin birêvebiriya peykersaz û hunermendê dîtbarî Bestami Egi de hatin kirin; Seroka Daîreya Guherîna Avhewayê û Sifir Paşmayî Evin Dinar, Serokê Daîreya Xizmetguzariya Astengdar û Kalûpîran Anil Aslan, midûrên şaxên têkildar, kursiyerên astengdar ên ku di kursên muzîk û hunerên destan ên Sumerparkê de dixwînin û kursiyerên jin ên ji navendên jiyana jinan ên ser bi Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan tevli bûn.
Ev çalakî ne tenê balê dikişînin ser ji nû ve bikaranîna materyalên paşmayî, di heman demê de bûn qadeke fêrbûnê ku tê de beşdar dikarin afirîneriya xwe nîşan bidin, serpêhatiya hilberîna hevpar bijîn û hişmendiya xwe ya li ser veguhertina ekolojîk pêş bixin.
Kartonên paşmayî veguherîn maskeyên resen
Di çarçoveya bernameyê de, destpêkê bi tevlêbûna 20 kursiyerên astengdar ên ku di kursên muzîk û hunerên destan ên Sumerparkê de perwerde dibînin "Atolyeya Maskeyan a ji Kartonên Paşmayî" hat lidarxistin. Bi atolyeya ku ji bo handana ji nû ve nirxandina materyalên avêtî hat organîzekirin, kursiyeran kartonên bêkêr boyax kirin, xemilandin û bi materyalên cuda dewlemend kirin û sêwiranên xwe afirandin. Beşdaran dema ku maskeyên resen ên ku cîhana xeyalên wan nîşan didin çêkirin, hem fersend dîtin ku jêhatîbûna xwe ya hunerî pêş bixin hem jî aliyê afirîner ê vezîvirandinê (recycling) ceribandin.
Ev xebata ku bi tevlêbûna çalak a welatiyên astengdar pêk hat, bi aliyê xwe yê ku xwebaweriyê xurt dike û çanda hilberîna hevpar han dide bal kişand. Di atolyeyê de dîmenên rengîn derketin holê û kursiyeran berhemên ku çêkirine bi hev re parve kirin û kêfxweşiya hilberînê jiyan.
Bi jinan re Atolyeya Sazkirina Ekolojîk (Enstalasyon)
Çalakiya duyemîn a ku li Dibistana Avhewayê ya Agroekolojiyê hat lidarxistin, "Atolyeya Sazkirina Ekolojîk a bi Jinan re" bû ku 17 kursiyerên ji navendên jiyana jinan ên ser bi Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan tevlî bûn. Di xebatê de ku hêza veguhêz a materyalên ji xwezayê û jiyana rojane hatibûn girtin wekî navend hat girtin, jinan bi bikaranîna qumaşên avêtî, guliyên darên derman û rîs (ben), sazkirineke (enstalasyon) ekolojîk a kolektîf hilberandin.
Atolyeya ku tê de jinên ji temen, ezmûn û nêrînên cuda di pêvajoyeke hilberîna hevpar de hatin cem hev, ne tenê wekî xebateke hunerî, lê di heman demê de veguherî qadeke hevdîtinê ku tê de têkiliyên ekolojîk li ber çavan hatin raxistin, piştgirî û parvekirin hatin xurtkirin. Jinan pêwendiya di navbera xweza û mirov de bi zimanekî hunerî şîrove kirin û berhemeke watedar ku balê dikişîne ser jiyana hevpar û hestiyariya ekolojîk derxistin holê.
Di pêvajoya hilberînê de ekolojî û piştgirî hatin axaftin
Xebatên atolyeyê tenê bi hilberîna hunerî sînordar neman. Di seranserê çalakiyan de, bi beşdaran re li ser mijarên wekî ji nû ve girêdana bi xwezayê re, pratîkên jiyana ekolojîk, çanda tamîrkirinê, piştgiriya civakî, hilberîna kolektîf û berpirsiyariya hawirdorê sohbetên berfireh hatin kirin.
Beşdaran li ser bandorên erênî yên ji nû ve nirxandina paşmayiyên di jiyana rojane de li ser hawirdorê ramanên xwe parve kirin, her wiha rûyên kesane û civakî yên jiyana domdar jî hatin destgirtin. Bi vî rengî, atolye veguherîn serpêhatiyeke fêrbûn û parvekirinê ya piralî ku hêza hunerê ya veguhêz û hişmendiya ekolojîk dighîne hev.
Hişmendiya sifir paşmayî dê bê belavkirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca handana modelên hilberîna hestiyarê hawirdorê, belavkirina nêzîkatiya "sifir paşmayî" ji bo hemû beşên civakê û kirina hunerê wekî parçeyek ji xebatên hişmendiya ekolojîk, dê çalakiyên bi vî rengî berdewam bike.
