10 hezar aşûre bi hevgirtinê hat parvekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Meha Miheremê de ji ber Roja Aşûrê, li sê nuqteyên cuda yên bajêr loqma aşûrê belav kir. Di bernameyekê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve wekî sembola parvekirin, hevgirtin, biratî û aştiyê hat organîzekirin welatiyan loqmeyên xwe yên aşûrê bi hev re parve kirin.

10 hezar aşûre hat belavkirin
Çalakî, li Meydana Deriyê Çiyê (Dağkapı), Parka Koşuyoluyê û Meydana Bajêr (Kent Meydanı) bi hevdemî (hemwext) hat lidarxistin. Di çarçoveya bernameyê de li van her sê nuqteyan bi giştî 10 hezar aşûre ji welatiyan re hat belavkirin.
Çalakiya li Meydana Bajêr bi hevkariya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Şaxa Amedê (PSAKD) hat birêvebirin. Bo bernameyê Hevberdevkên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayhan Karatekîn û Demet Ceylan, Hevşaredarên Peyasê, endamên meclîsê, serokên daîreyan û endamên komeleyê beşdar bûn.
‘Ev sifre, sifreya îradeya avakirina paşeroja hevpar e’
Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, li Meydana Bajêr axivî û diyar kir ku aşûre ne tenê tîkek xwarin e, di heman demê de bîr (hafize), hevgirtin û jiyana hevpar e. Saman da zanîn ku bîra ji Kerbelayê heta îro hatiye veguhastin ne tenê şîneke dînî ye, di heman demê de bîra lêgerîna edaletê, daxwaza wekheviyê û bîra heqîqeta li dijî zilmê ye. Saman wiha axivî:
"Ji bo me şaredarî; vekirina qadan e ku gel karibe têkeve têkiliyê, gotina xwe bibêje, çanda xwe bide jiyandin û jiyana hevpar bi hev re ava bike. Ji ber vê yekê, sifreya ku îro li vir hatiye danîn ne tenê sifreyeke îkramê ye. Ev sifre; sifreya fikra jiyaneke wekhev a gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan e. Sifreya hevgirtinê ye. Sifreya îradeya avakirina paşeroja hevpar a bi hev re ye."
'Aşûre qazana yekîtiyê ye'
Hevseroka Şaxa PSAKDê Ayfer Artan jî diyar kir ku niyaza wan a herî mezin ew e ku gel, bawerî û zimanên cuda jiyaneke wekhev û azad parve bikin. Artan da zanîn ku aşûre sembola yekîtî, berxwedan û evînê ye. Artan her wiha anî ziman ku ew ê ji bo welatekî ku her kes tê de li ser bingeha hemwelatiya wekhev bijî têkoşîna aştiyê bidomînin û got ku Kerbela, ji bilî berxwedana li dijî zilmê, rawestîna li ber heqîqet, edalet û rûmeta mirovahiyê jî fêrî wan dike.
Piştî axaftinên destpêkê, çalakî bi strîna deyişên ku bi tembûrê hatin gotin bi dawî bû.
