Ji esnaf û welatiyan piştgiriya ji bo kontrolên li Sûrê
Bi kontrolan re ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê ve li Kolana Gazî û Kolana Melîk Ehmet tên meşandin, peyarê ji nû ve ji bo bikaranîna peyayan hatin vekirin; ev pêkanîn bûn sedema piştgiriya esnaf û welatiyan.

Ekîbên Serokatiya Daîreya Zabiteyan a Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Sûrê, li Kolana Gazî û Kolana Melîk Ehmet ku ji cihên herî qelebalix ên navçeya Sûrê ne, kontrolên xwe yên li dijî dagirkirina peyarêkan didomînin. Di kontrolan de rê li ber seyarfiroş û hin kargehan hat girtin ku berhemên xwe bînin ser qadên derbasa peyarêyan û bi vî rengî peyarê ji nû ve ji bo bikaranîna welatiyan hatin vekirin.
Ekîbên şaredariyê armanc dikin ku li bajêr gihîştina peyayan hêsan bikin û misogeriya bikaranîna qadên giştî li gorî armanca wan bikin.
Xebatên paqijiyê berdewam dikin
Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê jî li navçeya Sûrê xebatên paqijiyê yên berfireh dimeşînin. Li navçeyê ku bi tevna xwe ya dîrokî û çandî li seranserê salê gelek mêvanan dihewîne; kolan, kûçe û qadên bikaranîna hevpar her roj bi hûrgilî tên paqijkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên kontrol û paqijiyê bi awayekî hemwext dimeşîne û armanc dike ku Sûr bigihîje xuyabûneke hîn birêkûpêk, paqij û jiyanbar.
Esnaf: Mirov êdî hîn bi rehetî dikarin bimeşin
Esnafên ku li herêmê xebatên xwe dimeşînin diyar kirin ku bi vekirina peyarêyan a ji bo peyayan re, hem welatî hem jî mişterî hîn bi rehetî dikarin tevbigerin.
Ji esnafan Baran Guler da zanîn ku ew ji xebatên şaredariyê razî ne û weha got: "Şaredariya me dixebite. Cihê destfiroşan guhertiye û cihekî din daye wan. Ev yek pir li xweşa me çû. Ronîkirina ku êvaran tê kirin jî pir xweş e. Xebatên paqijiyê jî gelekî baş in. Em şaredariya xwe û serokên xwe hez dikin."
Esnaf Muhammed Mustafa Yildiz jî destnîşan kir ku ev pêkanîn trafîka peyayan rehet kiriye û weha axivî: "Em Şaredariya Bajarê Mezin pîroz dikin. Mirov êdî hîn bi rehetî dikarin derbas bibin. Heta ku destfiroş li vir nebin, mirov dikarin li ber dezgehan bi hêsanî bimeşin."
‘Ekîbên zabiteyan bi awayekî birêkûpêk kontrolan dikin’
Esnaf Mehmet Yaşar jî diyar kir ku ekîbên zabiteyan her dem li qadê ne û weha guhast: "Şaredariya Bajarê Mezin karê xwe dike. Zabite her roj dewriyeyê diavêjin, tên kontrolê. Kolan pir paqij in. Berê mirov nikaribûn ji vir derbas bibin, gelek îşportevan hebûn. Niha kolan paqij in û mişterî jî bi rehetî tên û diçin."
‘Peyarê ji peyayan re man’
Şeyhmus Akdemir ê ku salên dirêj e li Kolana Gazî esnaftiyê dike, anî ziman ku ew ji pêkanînên dema dawî razî ne. Akdemir nifşandina cihê alternatîf ji bo destfiroşan wekî gaveke erênî nirxand û diyar kir ku vê pêkanînê ne esnaf û ne jî destfiroş mexdûr kirine: "Dayîna cihekî cuda ji bo destfiroşan girîng bû. Bi vî rengî hem ew mexdûr nebûn hem jî peyarê ji peyayan re man. Li ser peyarêyên fireh û paqij bi rehetî dimeşin."
Ji astengdaran banga hestiyariyê
Welatiyê astengdar Siddik Derîn jî diyar kir ku ew xebatên şaredariyê li ser medyaya civakî dişopîne û bi taybetî vekirina peyarêyan ji bo astengdaran destkeftiyeke girîng e.
Derîn weha got: "Li gorî demên berê, xebatên xweş ên ji bo gel û ji bo rehetkirina esnafan tên kirin. Wekî astengdar, em carinan mecbûr in peyarêyan bi kar bînin. Ji ber vê yekê, vekirina %100 a peyarêyan ji bo me girîngiyeke mezin dihewîne."
Derîn bilêv kir ku divê welatî li ser mijara dagirnekirina rêyên peyayan hestiyariyê nîşan bidin: "Tenê ez ne astengdar im. Welatiyên temenmezin, malbatên ku erebeyên zarokan bi kar tînin û mirovên ku bi pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê re rû bi rû ne jî van peyarêyan bi kar tînin. Divê her kes li hemberî qadên jiyanê yên hevpar baldartir be."
Kontrol dê berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand ku ji bo avakirina bajarekî hîn birêkûpêk, paqij û jiyanbar, kontrolên li dijî dagirkirina peyarêyan û xebatên paqijiya jîngehê dê li seranserê bajêr berdewam bikin.
