500 hezar qerenfilên Çînê hatin hilberandin û hatin çandin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên xwe yên peyzajê de ku tesarûfa avê û lêçûna kêm wekî esas digire, ji 2 mîlyon qerenfilên Çînê yên ku armanc kiribû 500 hezar jê hilberandin. Şaredarî ji van kulîlkan 230 hezar jê li çerxerê, bulvar û qadên hêşîn ên li seranserê bajêr datîne axê û bajêr bi kulîlkên rengîn dixemilîne.

Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, bi armanca bihêzkirina estetîka bajêr, dewlemendkirina qadên hêşîn û pêşkêşkirina alîkariyê ji bo parastina çavkaniyên xwezayî, seferberiya kesk a ku dabû destpêkirin didomîne. Bi xebatên hilberandinê yên ku li qadên şitilgehê yên Şaredariya Bajarê Mezin tên kirin, hem lêçûn tên kêmkirin hem jî bi cûreyên riwekên ku kêm avê dixwin sepanên peyzajê tên berbelavkirin.
Di vê çarçoveyê de hilberandina qerenfîla Çînê ku bi berxwedêriya xwe, lihevhatina xwe ya li ber hişkesalîyê, hewcehiya xwe ya kêm a avê û bi temendirêjiya xwe derdikeve pêş, tê zêdekirin û tê plankirin ku heta dawiya salê 2 mîlyon kulîlk li seranserê bajêr werin çandin.
Hilberandin di serayan de dest pê dike
Pêvajoya hilberandinê ya ku di serayên Midûriyeta Şaxê ya Şitilgeh û Daristanîkirinê ya li Şilbe TOKÎ ya navçeya Rezanê de tê kirin, bi çandina tovan dest pê dike. Riwekên ku ji qonaxên şînhatin, geşbûna şitilan, şaşgirtin (guhartina cihê şitilan), xwedîkirin û kulîlkvedanê derbas dibin, piştî ku geşbûna xwe temam dikin, dixin nav viyolan û dişînin qadên ku dê lê werin çandin.
Qerenfila Çînê ku bi berxwedêriya xwe ya li ber hişkesalîyê û bi bîhna xwe balê dikişîne, li gorî kulîlkên din ên demsalî, bi cihêrengiya xwe ya rengan a dewlemend û bi taybetmendiya xwe ya ku dikare demeke dirêj di axê de bimîne, di xebatên peyzajê de xwedî cihekî girîng e. Ev riwek bi xêra avahiya xwe ya gihayî ya pirsalane, her sal hewcedarî lêçûneke nû ya çandinê nabe; bi vî rengî hem di bûdceya şaredariyê de tesarûfê peyda dike hem jî bikaranîna avê kêm dike.
Di qonaxa yekem de 500 hezar kulîlk hatin hilberandin
Di qonaxa yekem de ku heyama Adar-Hezîranê li xwe digire, hilberandina 500 hezar qerenfilên Çînê temam bû. Di encama xebatên qehîm de, li qadên ku raxistina herfeyê (gubre/ax) û amadekariyên zemînê yên wan hatine qedandin, di nav mehekê de 230 hezar qerenfilên Çînê di zikê axê re daçikandin.
Kulîlkên ku hatine hilberandin; di serî de li Cadeya Elezîzê, çerxerêyên li Bulvara Mahabadê, Çerxerêya Bulvara Mezopotamyayê, Bulvara Dîclekentê, Bulvara Selahedînê Eyûbî, Çerxerêya Batîkentê û Çerxerêya Oryilê, li gelek xalên bajêr di xebatên peyzajê de hatin bikaranîn.
Qadên nû yên çandinê tên amadekirin
Tîmên Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, ji aliyekî ve xebatên çandinê didomînin û ji aliyê din ve jî ji bo kulîlkandina qadên nû amadekariyên xwe berdewam dikin. Li Bulvara Qamişloyê, Bulvara Selahedînê Eyûbî, Bulvara Mezopotamyayê, Bulvara Firatê û li herêmên cuda xebatên amadekirina zemînê didomin.
Her weha, li Çerxerêya Polatlar a li Yenîyolê, bi armanca bihêzkirina xuyanga estetîk, sepanên peyzaja hişk û xebatên çandina riwekan bi hev re tên meşandin.
Xebatên xwedîkirin û parastinê yên birêkûpêk tên kirin
Ji bo ku geşbûna saxlem a qerenfilên Çînê yên ku hatine çandin û yên ku di serayan de mezinbûna wan berdewam dike were dabînkirin, xebatên xwedîkirinê yên birêkûpêk jî tên kirin. Li dijî kêzik û nexweşiyên riwekan di periyotên heftane de dermankirin û sepanên parastinê tên kirin; her weha ji bo piştgirîdana geşbûna kulîlkan, hêmanên xurekên riwekan wekî takviye tên dayîn.
Bi xebatên ku li seranserê bajêr tên meşandin, hem kêmkirina xerckirina avê hem jî avakirina qadên jiyanê yên kesktir, rengîntir û domdartir tê armanc kirin. Heta dawiya salê, şaredarî dê di serayên xwe de 1 mîlyon û 500 hezar qerenfilên Çînê yên din jî hilberîne û wan li cadde, bulvar, çerxerê û parkan binirxîne.
