DBB, binesaziya veguhastina gundan bi hêz dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca bi hêzkirina binesaziya veguhastinê ya li navçeyên gundan, li 13 navçeyan bernameya çêkirin, parastin û nûkirina rêyan a ku nêzî 477 kîlometreyan e, dixe meriyetê. Di çarçoveya xebatan de, li bi sedan tax û rêyên komî xebatên asfalta rûpalkirî (sathi kaplama), rêya beton, stabîlîze, parke, menfez û dîwarên piştgîriyê bên pêkanîn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zêdekirina rehetiya veguhastinê ya li taxên gundan û misogerkirina veguhastina ewle ya welatiyan, dest bi xebatên çêkirin, parastin û nûkirina rêyan kir. Di çarçoveya bernameyê de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Koordînasyona Parastina Rê û Binesaziyê ve tê meşandin; li navçeyên Bismil, Çêrmûg, Çinar, Çûngûş, Pîran, Gêl, Erxenî, Hênê, Hezro, Karaz, Pasûr, Lîce û Farqînê xebatên berfireh bên kirin.
Di bernameya ku bi giştî nêzî 476,6 kîlometre tora rêyan digire nav xwe de; li taxên gundan û rêyên komî xebatên asfalta rûpalkirî ya qata yekem û duyem, çêkirina rêyên beton, xebatên stabîlîze û binerdî li gel raxistina kevirên parkeyê yên kilîtkirî bên çêkirin. Bi armanca zêdekirina ewlehiya rêyan, li cihên pêwîst menfez û dîwarên piştgîriyê (istinat duvarı) jî bên avakirin.
Tora veguhastina gundan dê bê bi hêzkirin
Bi van xebatan re tê armanc kirin ku girêdana taxên gundan a bi navendên navçeyan re bê bi hêzkirin, demên veguhastinê bên kurtkirin û ewlehiya rêyan bê zêdekirin. Bi taybetî di mehên zivistanê de li ser wan rûgehên ku di veguhastinê de pirsgirêk lê dihatin jiyîn, ji bo bi hêzkirina binesaziyê xebatên parastin û nûkirinê bên meşandin.
Di çarçoveya bernameyê de, dema ku xebatên li hin navçeyan berdewam dikin tên meşandin, li gelek rûgehan jî veberhênanên demsala nû dê bikevin meriyetê.
Li 13 navçeyan bernameyeke nêzî 477 kîlometreyan
Di çarçoveya bernameya rêyên gundan a sala 2026an a Şaredariya Bajarê Mezin de, li 13 navçeyan bi giştî nêzî 476,6 kîlometre xebatên çêkirin, parastin û nûkirina rêyan bên pêkanîn. Bi vê bernameyê re tê armanc kirin ku binesaziya veguhastinê ya li taxên gundan bê bi hêzkirin û welatî bigihîjin derfetên veguhastineke ewletir û rehettir.
