Atolyeya Muzîkê ya Gerok li 13 taxan xwe gihand hezar û 700 zarokî
Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi armanca zêdekirina giheştina zarokên li taxên gundewarî ya bi hunerê re hate destpêkirin, di mehekê de bi 17 atolyeyên li 13 taxên 5 navçeyan gihîşt nêzî hezar û 700 zarokî; gotina zarokan a “Ez ê vê bernameyê tu carî ji bîr nekim”, bandora xebatê derxist holê.

Bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok ku ji aliyê Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran ve a li ser navê Serokatiya Daireya Çand, Huner û Karên Civakî faaliyet dimeşîne hate destpêkirin, bi coşeke mezin temam bû. Bernameya ku ji bo piştgirîdayîna beşdarbûna zarokan a hilberîna hunerî di 7’ê Tîrmehê de li Taxa Reşekan a ser bi navçeya Farqînê ve dest pê kiribû, bi çalakiya li Taxa Qerebaşê ya ser bi navçeya Sûrê ve bi dawî bû.
Di dirêjahiya bernameyê de ku mehekê dewam kir zarok di çalakiya muzîk, rîtm, wêne û afirîneriyê de hatin cem hev; hem kêfxweş bûn hem jî ezmûna hilberîna bi hev re jiyan.
Zarok bi rîtm û hunerê re hatin cem hev
Perwerdekarên konservatuvarê ku rawestgeha dawî ya bernameyê Taxa Qerebaşê bû, bi zarokan re çalakiyên cihêreng pêk anîn. Zarokên ku li qada taxê bûn xelek, bi darikên rîtmê û boriyên rengîn tevî xebatên rîtmê yên bingehîn bûn. Zarokan bi wêneyên ku li ser qumaşên spî yên dirêj û li ser erdê raxistî çêkirin, îmza avêtin binê xebateke hunerî ya hevpar.
Bi bernameyê hate armanckirin ku faaliyetên çand û hunerê bigehînin taxên gundewarî, giheştina zarokan a bi hunerê re bibe zêdekirin û behreyên wan ên afirîneriyê bên piştgirîkirin.
Li Zorava û Kervanpinarê heyecana konserê
Xebatên herî berfireh ên bernameyê, li taxên Zorava û Kervanpinarê yên ser bi navçeya Sûrê ve hatin meşandin. Zarokên ku li atolyeyên berdewam muzîk fêr bûn, li ser repertuwara ku bi hev re ava kiribûn xebitîn. Zarok li dawiya perwerdeyan di konserên li taxên xwe de derketin ser dikê û tiştên fêr bûbûn bi temaşevanan re parve kirin.
Atolyeya Mûzîkê ya Gerok; li taxên Gokçetevek û Çevriksu yên Farqînê, Kortepe, Uzunbahçe û Gommetaş yên Rezanê, Gurbuz û Belen yên Henê, Dernek û Yaprak yên Licê û Kervanpinar, Zorava, Kozan û Qerebaş yên Sûrê hate lidarxistin. Di çarçoveya bernameya çar hefteyan de nêzî hezar û 700 zarok tevî 17 atolyeyên li 13 taxên 5 navçeyan bûn.
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan ku di çalakiya dawî ya bernameyê de li Taxa Qerebaşê bi zarokan re hat cem hev, tevlî çalakiyan bû û bi wan re dem borand.
‘Em ê zarokan bi hunerê re bînin cem hev’
Berpirsê Konservatuvara Bajar a Aram Tîgran Ferhat Ertaş ê ku derbarê xebatên atolyeyê de agahî da, diyar kir ku armanca bingehîn a atolyeyên gerok giheştina zarokên ku derfeta wan a giheştina çalakiyên çand û hunerê tune ye.
Ertaş da zanîn ku heta her niha li 13 taxan 17 atolye pêk anîne û got ku li her taxa ku diçinê pêşî çalakiyên boyaxkirinê, paşê jî xebatên rîtm û muzîkê dikin. Ertaş anî ziman ku ew girîngiyê didin ku zarok bi çand û strana xwe re peywendiyê deynin û destnîşan kir ku bandorkirina jiyana zarokan bi çalakiyên kurt re jî ji bo wan wateyeke mezin hildigire.
Ertaş diyar kir ku di xebatên pîlot ên li Zorava û Kervanpinarê de zarokan sê hefteyan perwerdeya muzîkê ya birêkûpêk girtine û ev perwerde bi konseranan hatine tacîdarkirin û wiha axivî: “Gotina zarokekî ya ‘Ez ê vê bernameyê tu carî ji bîr nekim’, bû bersiva herî bi nirx a xebata ku me kir. Heta niha em gihîştin nêzî hezar û 700 zarokî û piştî vê yekê jî em ê zarokan bi hunerê re bînin cem hev.”
Zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman
Zarokên ku tevlî çalakiyan bûn jî kêfxweşiya xwe ya ji ber bernameyê anîn ziman. Resul Ali Kaya ê ji Taxa Qerebaşê diyar kir ku lîstik lîstine, wêne çêkirine, li daholê xistine û govend girtine û got ku gelek kêfxweş bûne.
Mahir Atakan ê ku anî ziman wan amûrên muzîkê nas kirine û bi hev re stran fêr bûne jî wiha axivî: “Çalakî xurt û xweş bû. Em dixwazin her dem bê.”
