DÎSKÎyê li Hênê ji bo herêmên nû yên niştecihiyê dest bi xebata xeta kanalîzasyonê kir
Rêveberiya Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Taxa Merkezê ya navçeya Hênê, dest bi raxistina xeta kanalîzasyonê ya nêzî hezar metreyî kir ku dê xizmetê bide herêmên nû yên niştecihiyê.

Rêveberiya Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), bi armanca dabînkirina hewcedariya binesaziya ava qirêj a herêmên nû yên niştecihiyê ku li navçeya Hênê bi lez pêş de diçin, li Taxa Merkezê dest bi xebata raxistina xeta nû ya kanalîzasyonê kir. Ji ber ku avakirina li navçeyê derket ser kapasîteya şebekeya heyî, ev xebat hat plankirin û armanc ew e ku binesaziya herêmê bi leza avakirinê re hevdem were xurtkirin.
Di çarçoveya xebata ku ji aliyê tîmên Midûriyeta Şaxa Hênê ve tê meşandin de, li Taxa Merkezê dê xeteke kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya nêzî hezar metreyî were danîn. Ev xeta nû dê ava qirêj a nêzî 250 daîreyên ku li 35-40 blokên li herêma nû ya niştecihiyê ne, bi rengekî ewle bi şebekeya sereke ve girê bide.
Tê plankirin ku xebat di nav mehekê de bi dawî bibe
Bi qedandina vê xebatê re ku tê payîn nêzî mehekê bikişîne, qadên nû yên niştecihiyê yên li Taxa Merkezê dê bi tevahî di nav şebekeya kanalîzasyona navçeyê de werin entegrekirin.
Veberhênanên binesaziyê li gorî hewcedariyê berdewam dikin
Midûrê Şaxa Hênê yê DÎSKÎyê Bekir Narîn zanyarî li ser xebatan da û diyar kir ku herêmên nû yên niştecihiyê yên li Taxa Merkezê rêbaza mezinbûna navçeyê nîşan didin; wan jî armanc kiriye ku bi veberhênanên binesaziyê re hevdem bersivê bidin vê mezinbûnê. Narîn da zanîn ku bi temamkirina xeta kanalîzasyonê ya nêzî hezar metreyî, nêzî 250 daîreyên li 35-40 blokan dê bigihîjin pergaleke saxlem a ava qirêj. Her wiha anî ziman ku tîm bi rengekî plankirî dixebitin û armanc ew e ku proje di nav mehekê de were qedandin. Narîn destnîşan kir ku ji bo her kesê li Hênê dijî bigihîje xizmetên binesaziyê yên nûjen, ew veberhênanên xwe li gorî hewcedariyên navçeyê berdewam dikin.
