Li Qerejdaxê bêrma avdanê hat tamîrkirin, 7 hezar heywan û erdên çandiniyê gihîştin avê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya bernameya veberhênanê ya sala 2026an de, gava yekem a seferberiya lênihêrîn û tamîrkirina bêrman li gundan, li Qerejdaxê avêt. Bi nûkirin û xistina ber xizmetê ya bêrma ku ji ber barana zêde zirar dîtibû; hewcedariya ava vexwarinê ya 7 hezar heywanî û avdana zêdetirî 2 hezar donim erdên çandiniyê hat misogerkirin. Welatiyên ku diyar kirin ev pirsgirêka bi salan li benda çareseriyê bû di demeke kurt de hatiye çareserkirin, kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatan anîn ziman.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku li taxên gundewarî berdewamiya çalakiyên çandinî û sewalkariyê dabîn bike, xebatên xwe didomîne. Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî ku heta niha li boyî daxwaza ava vexwarinê ya li mêrgên sewalkariyê û avdana çandiniyê li seranserê bajêr zêdetirî 200 bêrm û golçe ava kirine, di çarçoveya bernameya veberhênanê ya sala 2026an de ji bo zêdekirina karîgeriya golên heyî dest bi xebatan kir.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin daxwazên welatiyan nirxandin û wek gava yekem, li Taxa Çilkaniyan a li herêma Qerejdaxê, xebata tamîrkirinê li ser wê bêrmê kirin ku ji ber barana zêde teqiyabû.
‘Daxwaza 104 golçeyan heye’
Endazyarê Çandiniyê Tahir Alan, ê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî de dixebite û zanyarî li ser xebatên tên meşandin da, diyar kir ku ji bo sala 2026an bi giştî daxwaza 104 bêrman gihîştiye daîreya wan. Alan anî ziman ku ji van daxwazan 57 jê ji bo çêkirina bêrmên nû ne, 47 jê jî ji bo xebatên lênihêrîn, tamîrkirin û başkirinê ne.
Alan da zanîn ku projeyên bêrmên nû girêdayî destûrên fermî yên ji saziyên pêwendîdar û pêvajoyên projeyên demdirêj in; ji ber vê yekê ji bo dabînkirina hewcedariyên bilez, wan pêşengî daye lênihêrîn, tamîrkirin û başkirina bêrmên heyî û piştî vê pêvajoyê ew ê lezê bidin projeyên bêrmên nû jî.
‘Me bendeke 7 metreyî ava kir’
Alan da xuyakirin ku xebatên îsal di qonaxa yekem de li ser wê bêrmê hatine kirin ku di mehên zivistanê de ji ber barana zêde teqiyabû, û wiha axivî: "Ji ber ku zivistanê rêjeya baranê zêde bû, di nîveka vê bêrmê de qasî 30 metreyî derz çêbûbû. Berê welatiyên me bi derfetên xwe, bi tevir û bêran bendên piçûk ên nîv metre an metreyek bilind çêkiribûn û hewl dabûn ku avê bigirin. Em jî wek Şaredariya Bajarê Mezin bi lez ketin dewrê û me li vir bendeke 6-7 metre bilind ava kir. Armanca me ew e ku em hem hewcedariya ava vexwarinê ya heywanên cotkarên xwe hem jî hewcedariya ava avdana çandiniyê dabîn bikin."
‘Armanca me ew e ku em hilberînê bigihînin asteke hêja’
Alan bi bîr xist ku bi taybetî li herêma Qerejdaxê ya Amedê 7 bêrmên mezin ên avdanê hene û wiha dewam kir: "Bi van bêrmên ku em çêdikin, em hewl didin hem di qada çandiniyê de ji bo welatiyan derfetên kar biafirînin, hem jî ji bo ku sewalkariya ku gihîştibû asta qedandinê ber bi asteke pêşdetir ve bibin, çi ji destê me tê em dikin. Armanca me ya bingehîn; bi destgirtina entegreyî ya çandinî, sewalkarî, başkirina mêrgan û hewcedariya ava bêrman, em hilberînê bigihînin wê asta ku heq dike."
7 Hezar heywan ji bêrmê feydeyê dibînin
Welatiyên ku kêfxweşiya xwe ya ji bo xebatên lênihêrîn û tamîrkirinê anîn ziman jî diyar kirin ku ev destwerdan ji bo çandinî û sewalkariya herêmê gelekî girîng e.
Muxtarê Taxa Çilkaniyan Yusuf Ortakaya da zanîn ku beriya xebatan golê di rewşeke xirab de bû û nayê bikaranîn, lê daxwazên ku ji şaredariyê re şandibûn di demeke kurt de hatine qebûlkirin û wiha got: "Em spasiya Şaredariya xwe ya Bajarê Mezin dikin. Xebat gelekî baş bi pêş de diçin. Beriya vê xebatê bêrma me rûxandî û teqiyayî bû. Piştî ku me daxwaznameyên xwe pêşkêş kirin, şaredariya me yekser alîkariya me kir. Ji vir ne tenê 2 hezar heywanên gundê me, her wiha nêzî 5 hezar heywanên du gundên cîran jî feydeyê dibînin. Her wekî din, bi saya vê bêrmê em dikarin zêdetirî 2 hezar donim erdî jî av bidin."
‘Em gihîştin wê xizmeta ku bi salan e em li benda wê bûn’
Ji welatiyan Zulfikar Ortakaya jî diyar kir ku ev xebat rasterast dest dide jiyana gel û wiha got: "Ez spasiya her kesê ku keda wan tê de heye û Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin dikim. Ev rasterast pirsgirêka gel bi xwe bû û xizmeteke mezin e ku ji bo gel hat kirin. Tiştê ku bi salan e em li benda wê bûn ev bû."
Ortakaya daxwaz kir ku di bêrmê de xebata berdana masiyan jî were kirin û diyar kir ku ew di vê mijarê de li benda piştgiriya şaredariyê ne.
Lutfu Ortakaya jî anî ziman ku ev guhertina berçav di gund de bûye sedema kêfxweşiyeke mezin û wiha axivî: "Gava ku me bi derfetên xwe nekarî serî jê derxin, me serlêdan kir ji Şaredariya Bajarê Mezin re, me got 'Werin alîkariya me bikin'. Destinyas bin ku guh dan daxwaznameyên me û xebat dan destpêkirin."
