Hevşaredar Bucak beşdarî civîna UCLG-MEWA ya li Fasê bû
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Civîna Herêmî ya UCLG-MEWAyê bû ku li bajarê Tanca yê Fasê hate lidarxistin. Bucak li rûniştinên ku tê de pêşaniyên herêmî, hevkariya rêveberiyên herêmî û stratejiyên heyama bê hatin nirxandin cih girt û ligel rêveberên herêmî hate ba hev.

Kongreya ku ji aliyê Rêxistina Herêmî ya Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava ya Bajarên Yekbûyî û Rêveberiyên Herêmî (UCLG-MEWA) ve li bajarê Tanca yê Fasê hat organîzekirin; şaredar, walî, endamên meclîsên herêmî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên saziyên navneteweyî yên ji welatên cuda yên cîhanê anîn cem hev. Di kongreyê de ku mekanîzmaya biryargirtinê ya herî bilind a UCLGê ye, destkeftiyên rêveberiyên herêmî hatin nirxandin û pêşaniyên stratejîk û avahiya rêveberiyê ya heyama bê jî hatin gotûbêjkirin.
Hevşaredar Bucak têkilî û hevdîtin pêk anîn
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî di çarçoveya kongreyê de beşdarî rûniştinên UCLG-MEWAyê bû û ligel şaredariyên herêmê çendîn hevdîtin pêk anîn.
Hevdîtina bi Şaredariya Yattayê re
Hevşaredar Bucak, ligel Hevşaredarê Şaredariya Baglarê Siraç Çelik, bi rayedarên Şaredariya Yattayê û Serokê Şaredariya Al-Dahriyayê re hatin ba hev. Şaredariya Yattayê ku dikeve başûrê bajarê El Xelîl (Hebron) li herêma Şerîeya Rojava ya Filistinê, berê protokola şaredariya xwîşk ligel Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê îmze kiribû. Di hevdîtinên ligel şandeyan de, li ser pêşvebirina têkiliyên heyî yên ku bi protokola bajarê xwîşk dest pê kirine, projeyên hevpar û hevkariyên şonkî (konkret) danûstandina ramanan hate kirin.
Di rûniştinê de refleksiyona hevkariyê hat nirxandin
Hevşaredar Bucak, piştre beşdarî rûniştina bi sernûçeya "Ji Belgeya Çalakiyê Ber bi Qadê ve: Di Rêveberiyên Herêmî de Vegerandina Hevkariya Geşepêdanê Bo Pratîkê" bû. Li rûniştina ku ji aliyê UCLG-CIB (Koma Kar a Pêşvebirina Sazî û Kapasiteyê) ve hat birêvebirin, hate nirxandin ka hevkariya geşepêdana rêveberiya herêmî çawa xwe li gihandina şert û mercên gerdûnî yên ku bi lez diguherin, tîne.
UCLG-CIB, bi vê rûniştina ku li ser bingeha Belgeya Çalakiyê li dar xist; armanc dike ku rêveberiyên herêmî, yekîtî, sepîner û hevkaran bîne cem hev da ku danûstandina ezmûnan bikin, modelên hevkariyê yên nûjen diyar bikin, şirîkatiyan xurt bikin û li ser stratejiyên seferberkirina çavkaniyan nîqaş bikin.
Pêşaniyên herêmî hatin şirovekirin
Di Civîna Herêmî ya UCLG-MEWAyê de ku di çarçoveya kongreyê de di 22yê Hezîranê de hat lidarxistin, pêşaniyên hevpar ên rêveberiyên herêmî yên li Herêma Rojhilata Navîn û Asyaya Rojava, mekanîzmayên nûneratiya herêmî û pêvajoyên birêvebiriya heyama bê hatin nirxandin. Di civînê de her wiha beriya gotûbêjên kongreyê, mijarên xurtkirina koordînasyona herêmî û pêşxistina helwesteke hevpar hatin destgirtin.
Asambleya UCLG-MEWAyê dê bê lidarxistin
Di Civata Giştî ya UCLG-MEWAyê de ku dê di 24ê Hezîranê de bê lidarxistin, bernameya xebatê û armancên stratejîk ên herêmê yên salên pêş me dê bên gotûbêjkirin. Di rûniştinê de, Nêzîkatiya Herêmî ya UCLG-MEWAyê ya ku heyama 2026-2029an li xwe digire dê bi beşdaran re bê parvekirin û çarçoveyên ji bo pêşxistina hevkariya navbera rêveberiyên herêmî yên li seranserê herêmê dê bên nirxandin.
Di kongreyê de gelek rûniştinên navneteweyî tên lidarxistin
Di bernameya kongreyê de ku di navbera 22-26ê Hezîranê de tê lidarxistin; Lijneya Rêveberiyê ya UCLGê, Encûmena Cîhanê, Civata Giştî, Meclîsa Jinan, Foruma Bajarên Navbeynkar û her wiha di sernûçeyên guhertina avhewayê, xizmetên giştî û birêvebiriya herêmî de gelek rûniştinên navneteweyî cih digirin. Li dawiya kongreyê, organên rêveberiyê yên UCLGê yên ku dê di heyama 2026-2029an de wezifeyê bikin jî dê werin diyarkirin.
