Ji bo xwendekaran qursa havînê ya belaş
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku xwendekar betlaneya xwe ya havînê bi berhemdarî derbas bikin û piştgiriyê bide pêvajoya amadekariya azmûnan, dê qursên havînê yên belaş organîze bike.

Qursên ku di bin kordînasyona Midûriyeta Şaxa Perwerdehiya Ciwanan a ku di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşîne de werin destpêkirin, dê li Akademî Sûr, Akademî Huzurevlerî û Akademî Çermûkê bêne dayîn. Akademiyên ku di heyama perwerde û hîndekariyê de piştgiriya belaş pêşkêşî xwendekaran dikin, dê di heyama havînê de jî bi bernameyên perwerdehiyê yên ji bo xwendekarên astên cuda xizmetê bidomînin.
Di çarçoveya bernameyê de;
Li Akademî Sûrê: Ji bo xwendekarên ku xwe ji YKS'ê re amade dikin dê komên amadekariya TYT'ê werin avakirin.
Li Akademî Huzurevlerî û Akademî Çermûkê: Dê ji bo xwendekarên pola 8an ên ku xwe ji LGS'ê re amade dikin ders werin dayîn.
Di qursan de dê bi ravekirina babetan, çalakiyên çareserkirina pirsan, azmûnên ceribandinê (deneme) û xebatên rêberiyê piştgirî ji xwendekaran re were peyda kirin. Bi vî rengî tê armanc kirin ku xwendekar ji pêvajoya azmûnê re bi rengekî plankirî û berhemdar amade bibin.
Dîrokên Girîng û Serlêdan
Dîroka Serlêdanê: 22yê Hezîranê – 1ê Tîrmehê (Bi serhêl/online)
Dîroka Qursan: 6ê Tîrmehê – 31ê Tîrmehê
Lînka Serlêdanê: Serlêdan dê li ser lînka https://forms.gle/GtVA3mGC12vEpPwAA werin kirin.
