Hevşaredaran guh da esnafên Baglarê: Em ê hemû derfetên xwe seferber bikin
Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, li navçeya Baglarê li kolanên Koçeran (Goçmenler) û Biratiyê (Kardeşlik) bi esnaf û welatiyan re hatin cem hev. Hevşaredaran ku daxwaz û pêşniyarên hatine ragihandin guhdar kirin, diyar kirin ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hemû derfetên şaredariyê seferber bikin û gavên ku dê ji paqijiyê bigire heta xebatên rê bên avêtin, parve kirin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, bi beşdariya Hevşaredara Baglarê Leyla Ayaz, endamên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin û nûnerên Rêxistina Partiya DEMê ya navçeya Baglarê, li navçeya Baglarê serdanên esnafan ên berfireh pêk anîn. Di çarçoveya bernameya ku di bin koordînasyona Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel de hat lidarxistin de, li kolanên Koçeran û Biratiyê ku di jiyana bazirganî û civakî ya navçeyê de xwedî cihekî girîng in, yek bi yek dikan hatin ziyaretkirin. Hevşaredaran bi esnaf û welatiyan re hevdîtin kirin û daxwaz, pêşniyar û bendewariyên wan rasterast guhdar kirin.
Esnaf û welatiyan daxwazên xwe anîn ziman
Esnaf û welatiyên ku Hevşaredar bi eleqeyeke mezin pêşwazî kirin, pêdiviyên sereke yên herêmê anîn ziman. Di hevdîtinan de daxwazên li ser xebatên rê û asfaltê, binesazî, avahiyên metruk, dermanpeşkandin, daristanî, rêkûpêkkirina derdorê, xizmetên paqijiyê yên li bazarên taxan, têkoşîna li dijî madeyên hişbir, bêkarî û xurtkirina xizmetên giştî derketin pêş.
Hevşaredaran diyar kirin ku ew ê hemû daxwazên hatine ragihandin yek bi yek not bigirin û bi koordînasyona yekîneyên têkildar re binirxînin.
‘Em ê ji bo çareseriyê hemû derfetan seferber bikin’
Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun tekez kirin ku ew ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên esnaf û welatiyan hemû derfetên şaredariyê bikar bînin û destnîşan kirin ku bi taybetî di mijara paqijiyê de dê gavên bilez bên avêtin.
Hevşaredaran diyar kirin ku ji bo pêdiviyên herêmê bên pêşwazîkirin, konteynerên çopê yên nû dê di demeke kurt de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve bên peydakirin û li taxan bên bicihkirin. Wan destnîşan kir ku ew xizmetên ku dê jiyana rojane ya welatiyan hêsan bikin, dê bi awayekî pêşîn bên bicihanîn.
‘Xebatên asfaltê dê piştî binesaziya xaza sirûştî dest pê bikin’
Têkildarî xebatên rê û asfaltê jî Hevşaredaran gotin ku ji bo xizmeteke mayînde û domdar pêşkêş bikin, ew li benda temambûna xebatên binesaziya xaza sirûştî ne ku li herêmê dewam dikin. Hevşaredaran diyar kirin ku piştî xeta xaza sirûştî temam bû, xebatên asfaltê yên li kolanan dê bi lez dest pê bikin û anîn ziman ku kolanên Koçeran û Biratiyê dê bigihîjin binesaziyeke veguhastinê ya modern, ewle û rehet.
Hevşaredaran di dirêjahiya serdanê de bi esnaf û welatiyan re rûbirû hevdîtin kirin û tekez kirin ku ew ê di çarçoveya têgihîştina rêveberiya herêmî ya beşdar de, têkiliya rasterast bi taxan re bidomînin û daxuyand ku ew ê çareserkirina pirsgirêkan bi hişmendiya hevpar bidomînin.
