Ji bo bijartinên YKS’yê rêberiya Akademî Sûrê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di heyama bijartina YKS’yê de xizmeta şêwirmendiya bijartinê ya belaş pêşkêşî namzetên zanîngehê dike. Di çarçoveya vê xizmetê de ku dê heta 10’ê Tebaxê li Navenda Etudê ya Akademî Sûrê berdewam bike, xwendekar bi piştgiriya kesane (yeke yek) a perwerdekarên rêber ên pispor, dikarin bijartinên xwe yên zanîngehê bi awayekî bi hişmendî bikin.

Rêveberiya Şaxa Perwerdeya Ciwanan a Daîreya Xizmetên Civakî, di heyama bijartina Ezmûnên YKS’ê de xizmeta şêwirmendiya bijartinê ya belaş dide namzetên zanîngehê. Di çarçoveya vê xizmetê de ku li Navenda Etudê ya Akademî Sûrê di navbera dîrokên 29’ê Tîrmehê û 10’ê Tebaxê de, di saetên kar ên rojên heftiyê de tê pêşkêşkirin, xwendekar dikarin piştgiriya kesane ji mamosteyên rêber ên pispor wergirin.
Ji pêvajoya bijartinê re piştgiriya berfireh
Di çarçoveya xizmeta şêwirmendiyê de xwendekar; li gorî rêzbenda serkeftinê, pûan, qadên eleqeyê û armancên xwe yên kariyerê, vebijarkên zanîngeh û beşên herî guncav ji bo xwe dinirxînin. Ji namzetan re di mijarên amadekirina lîsteya bijartinê, pêşxistina stratejiyên bijartinê, nirxandina alternatîfên zanîngeh û beşan, analîzkirina kontenjan û rêzbenda serkeftinê û plankirina kariyerê de xizmeta rêberiyê tê pêşkêşkirin.
‘Di hemû pêvajoyan de em li cem xwendekarên xwe ne’
Mamosteya Rêberiyê ya Akademî Sûrê Ece Asmîn Guler ku derbarê xebatan de agahî da, destnîşan kir ku piştî pêvajoya ezmûnê di heyama bijartinê de jî ew li cem xwendekaran e û wiha got: “Piştî perwerdeya salekê em ketin pêvajoya şêwirmendiya bijartinê. Berê me di fuara bijartinê de bi xwendekarên xwe re hevdîtinên pêşîn pêk anîbûn. Niha jî ji bo ku xwendekarên me lîsteyên xwe yên bijartinê bi awayekî tendurist amade bikin, em xizmeta rêberiyê didin. Wekî sê mamosteyên rêberiyê em piştevaniyê didin xwendekarên xwe ku armancên rastîn diyar bikin û wan pîşeyên ku dê xwe tê de herî baş hîs bikin hilbijêrin. Em di ferqa wê de ne ku heyama bijartinê jî hema hema bi qasî pêvajoya ezmûnê krîtîk e. Hem ji xwendekarên xwe re hem jî ji weliyên xwe re em piştgiriya ji destê me tê pêşkêş dikin. Di hemû pêvajoyan de em li cem xwendekarên xwe ne.”
‘Ji bo bijartineke rast û mantiqî em piştgiriyê didin’
Şêwirmendê Rêberiya Derûnî yê Akademî Sûrê Yusuf Sonsuz jî diyar kir ku wan hewl daye li derdora 250 xwendekarî piştgiriyê bidin û wiha axivî: “Me saleke giran derbas kir. Em ji nêzîkî 250 xwendekarî berpirsiyar bûn. Me perwerde da xwendekarên pola 11 û 12’an û yên ku qedandine (mezûn). Niha em di heyama bijartinê de ne. Em ji xwendekarên xwe re derbarê kirina bijartineke rast û mantiqî de rêberiyê dikin.”
‘Xizmeta rêberiyê ji bo me pir bikêr tê’
Xwendekara Akademî Sûrê Lorîn Dîker ku ji vê xizmeta şêwirmendiyê dilxweşiya xwe anî ziman, diyar kir ku piştgiriya perwerdeyê ya ku şaredariyê pêşkêş kiriye ji bo wê derfeteke girîng e û wiha got: “Min dixwest biçim dersxaneyê lê derfeta min a fînansî tunebû. Dema min ev derfeta şaredariyê dît, min salekê beşdarî perwerdeyan kir. Ezmûnên ceribandinê hatin kirin, dersên bi kalîte hatin dan. Me di dîsîplîna dersxaneyê de perwerde dît. Bi xêra ceribandinan min bi pêş ve çûyîneke mezin çêkir. Di YKS’yê de min encama ku çaverê dikir bi dest xist. Niha jî ez hatime ku li gorî rêzbenda xwe bijartinê bikim. Xizmeta rêberiyê ji bo me pir bi kêr tê. Ji ber ku ev derfet rexsa me kirine, ez spasiya Şaredariya Bajarê Mezin dikim.”
Ji xwendekaran Melek Tamir jî bal kişand ser kalîteya perwerdeya ku tê dan û wiha got: “Ez xwendekara Akademî Sûrê me. Min salekê li vir perwerde dît. Piştî ezmûnê jî ez ji xizmeta şêwirmendiya bijartinê sûd werdigirim. Ceribandinên heftane têne kirin. Tu ferqa wê ji dersxaneyeke asayî tuneye, hetta ez difikirim ku ji gelek dersxaneyan çêtir e. Ez bi aramiya dil ji xwendekaran re tewsiye dikim.”
'Piştgiriya perwerdeyê ji bo xwendekaran derfeteke girîng e'
Welî Hasan Çavdar jî diyar kir ku piştgiriya perwerdeyê ya şaredariyê ji bo xwendekaran derfeteke girîng e û wiha axivî: “Keça min salekê beşdarî kursên şaredariyê bû û zanîngeh qezenc kir. Ket nav 15 hezarên pêşîn û 418 pûan girt. Niha em bijartinê dikin. Ez spasiya şaredariya me ku van derfetan peyda kiriye û mamosteyên me yên ku ked daye dikim. Ez dixwazim hemû xwendekarên ku derfeta wan heye an tuneye ji van kursan sûd wergirin.”
Xizmet dê heta 10’ê Tebaxê berdewam bike
Namzetên YKS’yê yên ku dixwazin ji xizmeta şêwirmendiya bijartinê ya belaş sûd wergirin, dikarin heta 10’ê Tebaxê di saetên kar de yên rojên heftiyê de serî li Akademî Sûrê bidin û ji mamosteyên rêber ên pispor piştgiriya kesane wergirin.
