Piştgiriya xwarinên kêm-proteîn a DBB’ê gihîşt 50 nexweşên PKU’yê
Piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo nexweşên Fenilketonuriyê (PKU) ku di gihîştina xwarinên taybet ên kêm-proteîn de zehmetiyê dikişînin, mezin dibe. Hejmara kesên ku ji vê serlêdanê —ku di meha Kanûna 2025’an de bi 5 nexweşan re hatibû destpêkirin— sûd werdigirin, encama xebatên li qadê gihîşt 50 kesî.

Şaredariya Bajarê Mezin, piştî piştgiriya ku dabû nexweşên çolyakê, di meha Kanûna 2025’an de nexweşên PKU’yê jî girt nav çarçoveya piştgiriyê. Bi vê pratîka ku li Amedê yekem e, tê armanckirin ku jiyana rojane ya nexweşên PKU’yê hêsan bibe û barê aborî yê malbatan sivik bibe.
Hejmara kesên ji piştgiriyê sûd werdigirin 10 qat zêde bû
Xebata ku ji hêla Rêveberiya Şaxa Nexweşiyên Kêmpeyda û Kronîk ve ku bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Astengdar û Temenmezinan ve girêdayî ye hat destpêkirin da ku zehmetiyên di gihîştina berhemên taybet ên kêm-proteîn de kêm bike, di gava yekem de gihîşt 5 nexweşên PKU’yê. Piştî ku tîman bi xebatên qadê yên li seranserê bajar tespîta nexweşên nû kirin, hejmara kesên ji piştgiriyê sûd werdigirin derket 50’î.
Şaredariya Bajarê Mezin dê piştgiriya pakêta xwarinên kêm-proteîn a ji bo nexweşên PKU’yê ku pêdiviya wan bi xwarina taybet heye, di heyamên diyarkirî de berdewam bike.
Nexweşên PKU’yê neçar in ku heyata xwe hemûyî bi awayekî taybet bixwin
Fenilketonuri (PKU), nexweşiyeke metabolîzmê ya mîrasî (sîrayetî) ye ku encama wê de amînoasîda bi navê "fenîlalanîn" a di xwarinên bi proteîn de, di laş de bi têra xwe nayê parçekirin. Demên ku neyê tedawîkirin an jî dîyeta guncav neyê sepandin, fenîlalanîn di xwînê de dicive û dikare bandorê li geşedana mejî bike û bibe sedema zirara mayînde.
Pêdivî ye ku nexweşên PKU’yê heyata xwe hemûyî bernameyeke xwarinê ya kêm-proteîn û bi naveroka taybet bişopînin. Gelek xwarinên bingehîn ên wekî goşt, berhemên şîr, hêk û xwarinên ji malbata fasonî (nîşok, fasûlye û hwd.) an qet nayên xwarin an jî bi mîqdarên pir kêm tên xwarin.
Mesrefa berhemên taybet malbatan tengijîne
Di serê pirsgirêkên herî girîng ên ku nexweşên PKU’yê rastî wan tên de, kêm-gihîştina berhemên taybet ên kêm-proteîn û bilindbûna lêçûna (mesrefa) van berheman tê. Berhemên taybet ên ku tenê li cihên diyarkirî tên firotin, bi taybetî ji bo malbatên ku zarokên wan nexweş in barê aborî yê mezin çêdikin.
Bi piştgiriya pakêta xwarinê ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin ve tê peydakirin, tê armanckirin ku gihîştina nexweşên PKU’yê ya ji bo berhemên xwarinê yên taybet hêsan bibe û malbat ji aliyê aborî ve werin piştgirîkirin.
