Hevşaredar Hatun xebatên lêgerînê yên li Çemê Sarimê li cihê wê lêkolîn kir
Tîma noqarên profesyonel a ji 11 kesan ku ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye, ji bo dîtina Vedat Karabulut ê ku li Çemê Sarimê li pey herikînê çûbû û winda bibû, ev şeş roj in bênavber xebatan dimeşîne. Di vê navberê de Hevşaredar Dogan Hatun jî çû herêmê, xebatên lêgerînê li cihê wê lêkolîn kir û ji bo piştgiriya malbatê seredana wan kir.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, bi armanca lêkolînkirina xebatên lêgerînê yên ji bo Vedat Karabulut ê ku li Çemê Sarimê yê di navbera navçeya Licê û navçeya Dara Hênê (Genc) ya Çewligê de li pey herikînê çûbû û ev şeş roj in agahî jê nayê girtin, û her wiha ji bo piştgiriya malbatê seredana herêmê kir.
Di çarçoveya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, tîma noqarên profesyonel a ji 11 kesan ku ser bi Şaredariya Bajarê Mezin e, ligel wesayîtên tam binkonfîgure yên lêgerîn û rizgarkirinê li qadê wezifeyê dikin. Tîm, tevî şert û mercên dijwar jî her roj ji saet 05.00ê sibehê heta dema tarîbûna êvarê xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê bênavber didomînin.
Hevserok Hatun, li gel hevserokên şaredariyên navçeyên Çinar, Licê, Pasûr û Bajarê Nû (Yenişehir) çû gundê Xeyda navçeya Dara Hênê ya Çewligê û li wir bi malbatê re hat cem hev. Hevşaredar Hatun ê ku li herêma bûyerê lêkolîn kirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên berdewam li cihê wê şopandin, ji tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di derbarê debya (herikîna) avê, şert û mercên cografî û xebatên teknîkî yên tên meşandin de agahiyên berfireh girt.
Hevşaredar Hatun ê ku bi malbata Karabulut û xizmên wan re hat cem hev û daxwaza sebrê ji wan re kir, guhdariya daxwazên malbatê yên ji bo peydakirina piştgiriya lêgerînê ya berfirehtir kir. Hevşaredar Hatun destnîşan kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ji kêliya yekem ve pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û diyar kir ku ew ê bi hevahengiyeke tam ligel saziyên têkildar piştgiriya xwe zêdetir bikin û berdewam bikin.
Tîma noqar xebatên xwe didomîne
Di çarçoveya xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de, tîma noqarên profesyonel a ji 11 kesan ku ser bi Serokatiya Daîreya Îtfaiyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin e, ligel wesayîtên tam binkonfîgure yên lêgerîn û rizgarkirinê li qadê wezifeyê dikin. Tîm, tevî şert û mercên dijwar jî her roj ji saet 05.00ê sibehê heta dema tarîbûna êvarê xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê bê navber didomînin.
