Ji DBB’ê ji bo zarokan atolyeyên havînê
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), bi armanca ku zarok heyama havînê bi berhemhênerî derbas bikin, ji bo komên temenên cuda dest bi girtina qeydên atolyeyên havînê û bernameya havînê ya Zarokistanê kir.

Midûriyeta Şaxa Xizmetên Zarokan a ku di bin sîwana Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xebatên xwe dimeşîne, ji bo ku tevkariyê li geşedana civakî, çandî, hunerî û perwerdehiyê ya zarokan bike, bernameyeke heyama havînê amade kir.
Di çarçoveya bernameyê de atolyeyên pîyanoyê, xêzkirinê (resim), dramaya afirîner, muzîk û rîtîm, hunera li ser bingeha ekolojiyê, P4C (Felsefe ji bo Zarokan) û lîstokên ji dar (textîn) dê werin organîzekirin. Atolyeyên ku dê di nava hefteyê de bi awayekî biherwe (belaş) werin lidarxistin, dê di navbera 6’ê Tîrmehê û 7’ê Tebaxê de, di saetên 09:00-16:00an de bên kirin.
Atolye li gorî komên temenî wiha ne:
Atolyeyên pîyanoyê, dramaya afirîner, hunera li ser bingeha ekolojiyê, P4C û lîstokên ji dar ji bo zarokên di navbera 8-14 salî de,
Atolyeya xêzkirinê (resim) ji bo zarokên di navbera 7-14 salî de,
Atolyeya muzîk û rîtîmê jî ji bo zarokên di navbera 6-14 salî de dê werin lidarxistin.
Serlêdan dê bi serhêl (online) werin kirin. Welatiyên ku dixwazin qeyda xwe li atolyeyên belaş bikin, dikarin heta 1’ê Tîrmehê di ser navnîşana https://forms.gle/fVy4FiSXxgsZfiPt5 re serlêdanê bikin.
Li Zarokistanê qeydên havînê dest pê kirin
Qeydên ji bo bernameya havînê ya Zarokistanê ku ji hêla Midûriyeta Şaxa Xizmetên Zarokan ve tê birêvebirin jî dest pê kirin. Di çarçoveya bernameyê de ku dê bi pere be; ji bo zarokan çalakiyên perwerdehiyê, atolyeyên hunerê, çalakiyên xwendinê, muzîk û rîtîm û xebatên lîstik û tevgerê dê werin kirin.
Bernameya havînê ya Zarokistanê dê di navbera 6’ê Tîrmehê û 7’ê Tebaxê de, her rojên navhefteyê were organîzekirin. Welatiyên ku dixwazin qeyda xwe di bernameyê de bikin, dikarin di ser navnîşana https://forms.gle/gW6PK87tqVxMJ4Bh8 re bigihîjin forma serlêdanê.
