Li Bismilê xebata asfaltê ya ku veguhastinê xurt dike
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca xurtkirina binesaziya veguhastinê ya li navçeya Bismilê, li ser rêyeke bi dirêjahiya 1100 metreyî nêzî 2 hezar û 700 ton asfalta germ radixe. Bi vê xebata ku bi hevahengiya (koordînasyona) şaredariya navçeyê tê meşandin, tê armanckirin ku ewlehî, rehetî û berxwedana rê bê zêdekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku li seranserê bajêr binesaziya veguhastinê xurt bike û derfetên veguhastinê yên ewletir, rehettir û bênavber pêşkêşî welatiyan bike, xebatên çêkirin, parastin, tamîrkirin û asfaltkirina rêyan ku dabûn destpêkirin, li navendên navçeyan jî bê rawestan didomîne. Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çêkirin, Parastin û Tamîrkirina Rêyan ve tên meşandin, li navçeya Bismilê li ser rêya diyarkirî dest bi raxistina asfalta germ hate kirin. Ev xebata ku bi koordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Bismilê tê meşandin, dê bibe alîkar ku kalîteya veguhastinê ya li navenda navçeyê bilind bibe.
Li ser vê rêyê dê 2 hezar û 700 ton asfalt bê bikaranîn
Tîm dê li ser rêyeke bi dirêjahiya 1100 metreyî nêzî 2 hezar û 700 ton asfalta germ raxînin. Bi temamkirina xebatan re, standarda fîzîkî ya rê tê bilindkirin û tê armanckirin ku ewlehiya ajotinê û rehetiya veguhastinê baştir bibe.
Bi saya sepandina asfalta germ, berxwedana rê tê zêdekirin û tê armanckirin ku xerabûnên demsalî bên kêmkirin û binesaziyeke veguhastinê ya demdirêj bê avakirin.
Ji bo ajovan û peyayan veguhastineke ewletir
Bi xebata asfaltê ya ku tê meşandin re, tê plankirin ku hem trafîka wesayîtan ewletir û şidantir bibe, hem jî binesaziyeke rêkûpêktir a rê ku dê çûyin û hatina peyayan hêsan bike bê avakirin. Piştî temamkirina xebatan, ev rê dê bi şêwazekî ewletir û rehettir xizmetê bide.
Xebat dê li gorî plankirinê berdewam bikin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku xebatên çêkirina rê û asfaltkirinê li navenda bajêr û taxên gundewarî bi hev re dimeşîne, dê bi hevkariya şaredariyên navçeyan xebatên çêkirin, parastin, tamîrkirin û asfalta germ li gorî plankirinê bidomîne. Di vê çarçoveyê de xurtkirina tora veguhastinê û zêdekirina derfetên veguhastina ewle ya welatiyan tê armanckirin.
