Li ser Rêya Farqînê hêmanên reklamê yên ku estetîka bajêr xira dikirin hatin rakirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên ku li dijî hêmanên reklamê yên qanûnî nînin û estetîka bajêr xira dikin dabûn destpêkirin, li ser Rêya Farqînê berdewam kir. Serokatiya Daîreya Karên Malî, xebatên xwe yên kontrolkirin û birêkûpêkkirinê ku bi armanca lihevhatina sepanên îlan, reklam û danasînê ya ligel qanûnan li seranserê bajêr dabû destpêkirin, didomîne. Di çarçoveya xebatan de ku ji bo parastina estetîka bajêr, dabînkirina ewlehiya peya û trafîkê, û her wiha ji bo bikaranîna birêkûpêk û guncav a qadên giştî tên meşandin, destwerdan li hêmanên reklamê yên li ser Rêya Farqînê hat kirin.

Hêmanên reklamê yên li dijî qanûnê hatin rakirin
Di lêkolînên qadê yên tîman de; totem, tabela, tabloyên reklamê û hêmanên mîna wan ên ku bêyî temamkirina pêvajoyên destûr û rûxsatê hatibûn bicihkirin û dibûn sedema qirêjiya jîngehê û dîtbarî, hatin tespîtkirin. Piştî tespîtan, agahdarkirina pêwîst ji xwediyên milkên têkildar re hat kirin.
Piştî temamkirina pêvajoyên hişyariya qanûnî û devkî, ji bo daxistina wan hêmanên reklamê yên ku li dijî qanûnê mabûn xebat hatin destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, piştî xebatên ku berê li ser Bulvara Qamişloyê hatibûn meşandin, li ser Rêya Farqînê jî strukturên reklamê yên ku estetîka bajêr xira dikirin hatin rakirin.
Xebat dê li ser şahdemaran (arterên sereke) berdewam bikin
Li gorî biryara komîsyona têkildar a ku di bin banê şaredariyê de hatî avakirin; li dijî wan hêmanên reklamê yên ku li dijî biryarên plana îmarê, qanûnên di meriyetê de û rêgezên bajarvaniyê hatine biîcihkirin, ji bo ewlehiya can û mal xetereyê çêdikin, astengiyê li ber bikaranîna qadên giştî dikin û silûyeta bajêr neyînî bandor dikin, biryarên qanûnî tên sepandin.
Serokatiya Daîreya Karên Malî ragihand ku xebatên li ser arterên sereke dê li ser bulvarên Mêrdîn, Elazîz û Rihayê jî berdewam bikin û piştre jî kontrolkirin û rakirina hêmanên reklamê yên neguncav ên di nava bajêr de dê bimeşe.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca parastina nîzama bajêr, ewledar û estetîktir kirina qadên jiyana hevpar û her wiha ji bo dabînkirina bikaranîna plankirî ya qadên giştî, dê xebatên xwe bê navber bidomîne.
