Tovên xwemalî li Cîgeya Agroekolojiyê di bin parastinê de ne
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca zindîhiştina çandeke kevnar a çandiniyê, piştgirîkirina gihîştina xwarina saxlem û parastina cihêrengiya biyolojîk, xebatên xwe li Cîgeya Agroekolojiyê ku daye destpêkirin, didomîne. Cîge, ji bo parastin, zêdekirin û ji nû ve qezenckirina tovên xwemalî ji hilberînê re, wekî navendeke girîng xebatên xwe dimeşîne.

Hewşra Agroekolojiyê ku di bin banê Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî de xizmetê dike, ji roja ku hatiye avakirin ve rastî eleqeyeke mezin hat. Hewşerê ku di du salên dawî de herfetiya 105 komên cuda kiriye; bi atolyeyên ku ji bo zarok, xwendekarên lîse û zanîngehê hatine organîzekirin, veguheriye dibistaneke li hewaya vekirî. Di nav armancên bingehîn ên hewşerê de parastin, zêdekirin û bi rêya cotkaran ji nû ve li axê vegerandina tovên xwemalî yên ku di bin xetereya tunebûnê de ne, cih digire.
'Armanca me ya bingehîn bihêzkirina têkiliya zarok û tov e'
Koordînatorê Agroekolojiyê Bişar Îçlî ku derbarê xebatên li hewşerê û stratejiya tovên herêmî de agahî dan, diyar kir ku avakirina girêdana zarokan a bi ax û tov re di nav armancên wan ên pêşîn de ye. Îçlî da zanîn ku li hewşerê pirtûkxaneyeke tovan heye û anî ziman ku ev pirtûkxane ji bilî parastin û zêdekirina tovên herêmî, armanc dike ku bi rêya torên ku dê bi cotkaran re werin avakirin, tovan bigihîne girseyên berfirehtir.
'Kîmyewî tune, çareseriyên kevneşopî û ekolojîk hene'
Îçlî destnîşan kir ku li hewşerê pêkanînên çandiniya agroekolojîk tên jiyandin û destnîşan kir ku ev nêzîkatî li ser bingeha berdewamkirina zanyariyên çandiniyê yên çandî yên ji rabirdûyê tê, ava bûye. Îçlî ragihand ku li hewşerê nêzî 100 cure berhem hene û diyar kir ku armanca bingehîn a vê cihêrengiyê hilberîn û zêdekirina tovan e. Îçlî da zanîn ku ji bo zêdekirina berdariya axê toza bazaltê bi kar tînin û her weha anî ziman ku ew bi sûdwergirtina ji xoliya darê berûyê (berû), kinfê, reyhan û şînahiyên cuda, nebatan bi rêbazên xwezayî li dijî zirar û nexweşiyan diparêzin.
Çanda çandiniyê ya kevnar a Amedê zindî tê hiştin
Îçlî diyar kir ku zibilê kevokan û çanda boranxaneyê ku di rabirdûyê de di çandina zebeşan de ku yek ji sembolên çandiniya Amedê ye, bi berfirehî dihatin bikaranîn, li hewşerê ji nû ve hatine zindîkirin. Îçlî daxuyand ku zibilê kevokan di depoyên ava baranê de bi rêbazên xwezayî tê meyandin (fermente kirin) û bi rêya pergala dilopandinê di bostanan de tê bikaranîn.
Di nav nêzî 100 cureyan de 5 cureyên genimên kevnar jî hene
Îçlî bal kişand ser cihêrengiya berheman a li hewşerê û got ku 14 cureyên cuda yên genim hene û ji van 5 cureyên genimên kevnar in ku ji rabirdûyê heta roja me hatine. Îçlî diyar kir ku ji bilî genim, gelek berhemên wekî nîsk (nok), sersam, gijnîj, sîr, zebeş, gindor, xiyar, ceh û garis li hewşerê tên hilberandin û destnîşan kir ku xebatên ji bo parastina cihêrengiya herêmî berdewam dikin.
'Divê em bi cotkarên xwe re pevguhertina tovan dabîn bikin'
Îçlî tekez kir ku parastina tovên herêmî tenê di navendekê de ne bes e û anî ziman ku ji bo domdariya hilberînê divê bi cotkaran re hevkariyeke bihêz were avakirin. Îçlî bal kişand ser girîngiya teşwîqkirina cotkaran ji bo hilberîna tovên xwemalî û diyar kir ku bi gihandina tovan ji hilberîneran re û dabînkirina pevguhertina dualî ya tovan, tovên xwemalî dikarin werin parastin û zêdekirin. Îçlî li gotinên xwe zêde kir ku bi vê yekê re dê gengaz bibe ku mîrata çandiniyê ya kevnar ji nifşên paşerojê re were veguhestin.
