Xwendekaran di 6 mehan de 878 kîlogram pîlên avêtî dan hev
Kampanyaya Berhevkirina Pîlên Avêtî ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve, bi armanca qezenckirina hişmendiya hawirdorê ji xwendekaran re û parastina çavkaniyên xwezayî, bi hevkariya Komeleya Hilberîner û Hawardekerên Pîlên Veguhastbar (TAP) dihat birêvebirin, bi serkeftî bi dawî bû. Bi çarçoveya kampanyaya ku li dibistanên seranserî bajêr 6 mehan dom kir, bi giştî 878 kîlogram pîlên avêtî hatin berhevkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo belavkirina hişmendiya hawirdorê û qezenckirina bermayiyan ji pêvajoyên vezîvirandinê re, serkeftineke girîng bi dest xist. “Kampanyaya Danhevokkirina Pîlên Avêtî” ya ku bi hevkariya Komeleya Hilberîner û Hawardekerên Pîlên Veguhastbar (TAP) li dibistanên seranserî parêzgehê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Bi saya kampanyaya ku xwendekaran wekî her car eleqeyeke mezin nîşan da, bi sedan kîlogram pîlên avêtî yên ku xetereya ziyandana hawirdorê li ser wan hebû, bi awayekî ewle hatin komkirin û ji bo vezîvirandinê hatin amadekirin.
878 kîlogram pîlên avêtî hatin komkirin
Li çarçoveya kampanyaya ku şeş mehan berdewam kir, xwendekaran pîlên ku bi kar anîne li mal û dibistanên xwe civandin û piştgirî dan pêvajoya vezîvirandinê. Di dawiya kampanyayê de, rêjeya pîlên avêtî yên ku ji dibistanan hatine komkirin, bi hûrgilî hatin nirxandin.
Li gorî encamên pîvandin û lêkolînan, hat tespîtkirin ku li seranserî Amedê bi giştî 878 kîlogram pîlên avêtî dane hev. Bi vê yekê re, hem piştgirî ji parastina hawirdorê re hat dayîn hem jî di nav xwendekaran de hişmendiyeke xurt a li ser vezîvirandinê ava bû.
Lîseya Anadolû ya Rekabet Kurumuyê bû yekemîn
Dibistana herî serkeftî ya kampanyayê Lîseya Anadolû ya Rekabet Kurumuyê (Rekabet Kurumu Anadolu Lisesi) bû. Dibistanê tenê bi serê xwe 355 kîlogram pîlên avêtî dan hev û li Amedê pileya yekemîn bi dest xist. Ev encama ku bi saya hestiyariya xwendekar û mamosteyan pêk hat, careke din nîşan da ku saziyên perwerdeyê dikarin di xebatên parastina hawirdorê de roleke çendîn girîng bigirin ser xwe.
Midûrên şubeyan pîl li cihê wan radest girtin
Pîlên avêtî yên ku bi armanca hiştina cîhaneke paqijtir ji bo paşerojê hatibûn komkirin, ji hêla tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji dibistanê hatin wergirtin. Midûra Şubeya Sifir Bermayî û Vegerandinê ya Serokatiya Daîreya Guhertina Avhewayê û Sifir Bermayî Meltem Ayzer Erdoğan û Midûrê Şubeya Guhertina Avhewayê Abdulkadir Duran, serdana Lîseya Anadolû ya Rekabet Kurumuyê kirin û pîlên avêtî yên dan hev, ji bo ku di nav pêvajoya vezîvirandinê de cih bigirin, dewr girtin.
Pîlên avêtî ji bo vezîvirandinê hatin şandin
Pîlên avêtî yên hatin wergirtin, ji bo ku kîmyewiyên di nav wan de tevli ax û avên bin erdê nebin û zirarê nedin hawirdor û tenduristiya mirovan, ji bo meşandina pêvajoyên vezîvirandinê ji TAP’ê re hatin şandin. Bi vî awayî, pîlên avêtî yên ku heke di xwezayê de bihatana hiştin dê rîskên mezin ên hawirdorê ava bikirana, bi awayekî kontrolkirî di nav zincîra vezîvirandinê de cih girtin.
Xelat dê di meha îlonê de werin dayîn
Di çarçoveya kampanyayê de, dibistanên ku bi xebatên xwe yên jîngehparêz derketine pêş, dê werin xelatkirin. Xelatên dibistanên ku ketine dereceyan, bi destpêkirina dema nû ya perwerde û hînkirinê re, di meha îlonê de bi bernameyeke taybet dê werin pêşkêşkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li gora vîzyona xwe ya "Sifir Bermayî" (Zero Waste) dê berdewam be li ser parastina xwezaya bajêr û hem jî pêkanîna projeyên ku hişmendiya hawirdorê di nav hemû beşên civakê de, bi taybetî di nav zarok û ciwanan de, derxe pêş.
