“Sempozyûma Eshabê Kehf û Licê ya Navneteweyî” tê lidarxistin

 

Li Diyarbekirê Şaredariya Bajarê Mezin, Walîtî, Zanîngeha Dîcleyê û Qeymaqamiya Licê di navbera 26-28’ê Gulanê de bi hev re “Sempozyûma Eshabê Kehf û Licê ya Navneteweyî” li dar dixin.

Piştî ku Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu dest bi kar kir, bi mebesta çand û baweriya qedîm a bajarê Diyarbekirê li raya giştî bide naskirin xebatên danasîna nirxên bi sedan salan ên bajêr hate kirin û xebatên danasînê berdewam dikin.

Sempozyuma navneteweyî der barê şikefta Eshabê Kehf de ku ev şikeft li gundê Duru yê bi ser Licê ye, li Navenda Kongreyan a Zanîngeha Dîcleyê bi axaftina Karaloglu dest pê dike. Gelek zanyar dê beşdarî vê sempozyûmê bibin.

Sempozyuma ku dê 30 akademîsyenên ji zanîngehên cur bi cur ji welatên Tirkiye, Lubnan, Malezya, Iraq, Avusturya, Pakistan, Îran, Holandayê beşdarîyê tê de bikin, dê 23 rûniştin der barê Eshabê Kehf de bêne pêşkêşkirin.

Welatî li ser zoomê dê karin li rûniştinên “Sempozyûma Eshabê Kehf û Licê ya Navneteweyî” temaşe bikin.

Salname Lêgerîn

« Kanûn 2022 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30
31