Li navçeyan jî kûçik û pisîk nehatin jibîrkirin

 

Şaerdariya Bajarê Mezin, li navçeyên navendî se û pisîkên li kolanan xwedî dike û heman xebat bo se û pisîkên navçeyan da destpêkirin.  

Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê, ji bo se û pisîkên li navçeyan kuçe 3u kolan ji xwe re kirine war û warkoz zend û bend badan.

Xebata xwedankirina se û pisîkan bi tevkariya şaredariyên navçeyan re tê meşandin û xwerek danîn cihên wan. Welatiyên ku dil heye xwedaniyê li heywanên kolanan bikin xwerek û qabên avê datînin cihên destnîşankirî.

Ekîban, li navçeya Pasûrê ji bo se û pisîkan xwerek danîn cihên wan ên destnîşankirî û ew bi destê xwe xudan kirin.

2 ton û 190 kîlogram xwerek danîn 70 cihî

Ekîbên bi ser Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê ji 29’ê nîsanê vir ve li navenda bajêr û navçeyan ji bo xudankirina se û pisîkên kolanan 2 ton û 190 kîlogram xwerek danîn 70 cihên kifşkirî yên navçeya Peyas, Sûr, Baglar û Yenîşehrê. Her weha xebat li 13 navçeyan jî hate destpêkirin.